Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di malpera parvekirina civakî ya Twitterê de şîroveya xwe ya li ser hestiyên ku ji Baregeha JÎTEM’ê ya li Sûrîçî ya Amedê derketin, nivîsand.
Demîrtaş di daxuyaniya daye Twitterê de, diyar kir ku tu sucên mirovahiyê dê di tarîtiya dîrokê de nemîne. Demîrtaş got; “Li hemberî bîranîna mirovên ku hestiyên wan ji baregehên JÎTEM’ê yên li Amedê derdikevin, bêdengiyek mezin heye. Weke ku di her demên borî de hatine wendakirin. Lê tu sucên mirovahiyên nikarin di tarîtiya dîrokê de bimînin. Ev sûcane nikarin bêne nixûmandin.”
Demîrtaş bersiv da daxuyaniya Parlementera AKP’ê ya Amedê Oya Oranat a ku piştî betalkirina parlementeriya Hatîp Dîcle hate pîşandin, a bi awayê `Dibe li herêmê lekî rabûbe” û got; “Yeke têr aqil jî dibêje belkî li ber lehiyê hatibin. Bawer im evane yên BDP’yiyên ku 1200 sal Beriya Zayînê mirine bin.”