Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî du mijaran têxe rojevê û wê nêrîna welatiyên Herêma Kurdistanê derbarê herdu mijaran de werbigre.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rûpelê xwe yê taybet yê tora civakî Facebookê du mijaran têxe rojevê û daxwazê ji welatiyên Herêma Kurdistanê dike ku nêrîna xwe di vê derbarê de bênin ziman.
Barzanî dibêje: “Ez dixwazim nêrîna we derbarê van herdu mijaran de bizanim. Ya yekemîn; biryara opozisyona Kurdistanê ya di beşdarbûna civînên pênc alî de û ya duwemîn jî; piştî encamên lijneya lêkolînê ya derbarê bûyerên li Zaxoyê de.”
Piştî bûyerên Behdînan ên roja 02.12.2011’an ku di encamê de navendeke mesajê, çend dikanên meyfirotinê, otêl, gazîno û çend baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hatin şewitandin, roja piştre Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Hakim Azad Mela Fendî lijneyeke lêkolînê ava kir.
Lijneyê 25.12.2011’an encamên lêkolînên xwe belav kir. Li gor encamên lêkolînê; “Ji aliyê hinek malper, kanalên ragihandinê û hinek kesên girêdayî Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê yên li wan navçeyan ve paldan (dehfdan) hebû.” Encamên lêkolînê derbarê şewitandina baregehên Yekgirtû de jî dibêjin: “Ji bo kontrolkirina alîgirên xwe û êriş birina li ser baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji aliyên peywendîdar ên PDK’ê ve xemsarî hebû.”
Eva jêr jî lînka anketa Serokê Herêma Kurdistanê ye