Gehiştina malpera înternetê ya Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê CIA’yê rawestiya. Aktivîstên înternetê Anonymous’ê ragihandin ku, êrîş ji aliyê wan ve hatiye pêkanîn.
Endamek yê Anonymousê di hesaba xwe ya “@YourAnonNews” ya Twitterê de “CIA Tango down” nivîsand. Di jargona hêzên taybet yên leşkerî de “Tango Down” tê wateya “dijmin” hate kuştin. Anonymous’ê di derbarê êrîşê de agahiyên berfireh nedan.
Di demjimêrên nîvro yên roja Înê de nedikarîn xwe bigehînin malpera “cia.gov”. Li gorî AFP’ê berdevkek yê CIA’yê bilêv kir ku, “Ew van agahiyan lêkolîn dikin.”
Endamên Anonymousê di daxuyaniya roja Înê de diyarkiribûn ku, wana malperên camîmex.org.mex yên Odeyên Maden yên Meksîkayê de jî asteng kirine.
Meha borî aktivîstên înternetê li ser girtina malpera parvekirinên civakî ya bi navê Mega Upload bertek nîşandabûn û malperên înternetê yên Wezerê Edaletê yê DYA’yê û FBI’yê asteng kiribûn.
Di roja 20’ê Çileyê de aktivîstên Anonymous’ê malpera înternetê ya Serokomariya Frenseyê hack kiribû. Di demek kurt di malperê de slogan Anonymousê cih girt: “We Are Legion”.
Komên hacker êrîşên sîber li ser malperên înternetê yên li ser saziyên gelemperî yên Slovenya, Îsveç, Yewnanîstan û Polonyayê pêkanîn. Her wiha qeydên deng yên polîsên Îngîltereyê û ajanên FBI’yê di malperê de hatibûn weşandin.
Di Hezîrana 2011’an de koma Lulz Security ya nêzî Anonymousê, ji bo demek kurt karibûn malpera CIA’yê asteng bikin.