Bi çi zaravayeke bi kurdî be jî, tu bipeyîvî, Nûkurd amade ye goh bide cenabê te.
Lê dema em tirkiya te dibînin, em sê caran dibêjin "Nebû, nebû nebûûûû..."
Va ye tu jî dibînî, bi nivîskî be jî, bi kêm be jî, bi vî rengî be jî tu her dem bi kurdî biaxive.
Tu her dem wisa bi kurdî biaxive, da ku em jî her dem bêjin "Her bijî Hevserokê BDPê"
Ne hedê me ye em şîret û aqil bidin tu kesî, lê tişta em fêm dikin ev e: Ji bo rêberekî kurd axaftina bi kurdî ya herî xirap jî ji axaftina bi tirkî çêtir e!
Nûkurd axaftina bi kurdî ya Selahadîn Demîrtaş ya di komcivîna salvegera avabûna Komara Kurdistanê ya li Hewlêrê tîne ber ekranên we.