Weke tê zanîn li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek caran provokasyonên mezin pêk tên.
Di encama provokasyonan de çalakiyên herî demokratîk jî têne terorîzekirin.
Carina hin bûyerên ecêb û tarî diqewimin, kes nizane bê armanc, kiryar, hedef û di piştperdeyê çi heye.
Di dawiyê de jî her dem tevgera kurd a demokratîk jê zirarê dibîne.
Herî dawî Hevserokê BDPê Selahadîn Demîrtaş li Colamêrgê axivîbû û bal kişandibû ser biryargirtina endamên MÎT'ê û wiha pê de çûbû: "Endamên MÎT’ê şandin nav çalakiyên demokratîk û bi destê AKP'ê binesaziya operasyonên KCK'ê amade kirin. Çalakiyên li Stenbolê Serap, li Cizîrê li dijî Yurda Xwendekaran û banqaya Wanê ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatin kirin."
Li ser bûyera MÎTê re gelek îdîa ketin nav kulîsên Enqereyê jî.
Hinek ji wan jî tê îdîakirin ku di gelek teqîn, xirecir û pevçûnan de destê MÎTê tê de heye.
Nûkurd li jêr vîdyoyeke pir balkêş diweşîne.
Di vîdyoyê de tê dîtin ku bê çawa çalakiyên herî demokratîk jî bi destê hêzên tarî ve têne provokekirin.
Bi taybetî Nûkurd dixwaze ku ciwanên kurd bi baldarî lê temaşe bikin, da ku bikaribin xwe ji hemû provokasyon û bûyerên tarî biparêzin.