Berî 20 salan di TRTê de bernameyên navdar yên Ertûrk Yondem û Gûntaç Aktan hebûn.
Di bernameyên wan de herdem hin "terorîst" teslîm dibûn û her dem hin "terorîst" dixwestin teslîm bibin.
Dewletê hingê li gorî aqilê xwe pirsgirêka kurd wisa "çareser" dikir.
Ya rastî çi bi serê Ertûrk Yondem û Gûntaç Aktan hat kes pê nizane.
Lê hê jî li Tirkiyê doza kurd û Kurdistanê nehatiye çareserkirin.
Lê gelo niha...???
Lê gelo piştî 20 salên din rewş çawa ye?
Nûkurdê dîsa li TRTê nihêrî...
Dîsa heman dîmen derket himberî me.
Dîsa hin "terorîst" teslîm dibin û dîsa her dem hin "terorîst" dixwazin teslîm bibin.(Heke hûn bawer nekin li vîdyoya jêr binêrin!!!)
Dewletê dîsa li gorî aqilê xwe pirsgirêka kurd "çareser" kiriye.
Ferqa berî 20 sal û piştî 20 salan ev e:
Berê Ertûrk Yondem û Gûntaç Aktanek hebû...
Lê îro di TRT û medyaya tirk de gelek Ertûrk Yondem û Gûntaç Aktan hene; erê piçekî deng û rûyê wan guheriye...
Lê ew her dem rihê Yondem û Aktanan diparêzin!
Helbet hinek ji wan bi kurdî jî diaxivin û vêca bi kurdî di TRT6ê de dibêjin "terorîst". (Ew hevalên di TRT6'ê de bila aciz nebin: Heta niha jî Ajansên navdar yên wekî Reuters û BBC jî ji gerîlayên PKKê re nabêjin "terorîst"!)
Nûkurd niha jî dîmeneke ji TRTa berî du sê rojan pêşkêşî we dike, da ku her kes bizanibe ka wê doza kurd û Kurdistanê çawa bê (ne)çareserkirin.