Li milekî nivîskar û weşanger Ragip Zarakolu, li milê din jî nivîskarê kurd Miraz Ronî ye.
Her du jî berî çendekê ji "doza KCKê" hatin girtin û niha di girtîgehê de ne.
"Sûc"a wan ev bû ku li Akademiya BDPê ya siyasetê ders didan...
Lê belê niha her du jî di girtîgehê de "sûc"ekî din dikin.
Li gorî agahiyên ku Nûkurdê wergirtine, niha Ragip Zarakolu di girtîgehê de bi ferheng û gotinên nû ve "sûc"ekî din dike û xwe fêrî kurdî dike.
Miraz Ronî jî bi nêr û mêyan ve bi lêker û tewangan ve zimanê kurdî fêrî Ragip Zarakolu dike.
Tenê Nûkurd vê dibêje, "Her bijî, her bijîîîî..."
Lê tiştek din jî tê bîra me: Gelek kurd hene ku di girtîgehê de kurdiya xwe ji bîr dikin û bi tirkiyeke nû ve derdikevin derve; gelek kurd hene li derve ji bo ku xwe fêrî sê çar gotinên kurdî nekin sed derew û bahaneyên nû ji xwe re diafrînin; helbet hin kurd jî hene jixwe kurdî ne xema wan e û ji kurdiya xwe jî şerm dikin...
Lêbelê li milekî jî kesên wekî Ragip Zarakoglu û Miraz Ronî hene.
Yek zimanê kurdî fêr dike, yek jî zimanê kurdî fêr dibe.