Gelo Osman Baydemîr ji Bûlent Arinç re behsa çi dike?
- Osman Baydemîr ji Arinç re bi kurdî behsa "şaristanî"yê dike, lê ji ber ku Arinç ji zimanê kurdî fêm nake, nizane bê şaristaniya ku Baydemîr behs dike tê çi wateyê...
- Jê re behsa "şaristanî"ya serdest û bindestan dike...
- Jê re behsa "şaristanî"ya dewleta tirk dike bê çawa di civaka kurd de dibe sedema nexweşiyên mezin...
- Jê re behsa "şaristanî"ya zimanê tirkî dike bê çawa gotinên kurdî weke malê xwe bikartîne...
- Jê re behsa "şaristanî"ya AKPê dike bê çawa civaka kurd bi dek û dolabên nûjen dixapîne...
- Jê re behsa "şaristanî" û xulamtiya kesên wekî Bişarê Çeto dike bê çawa ji şaristaniya Dewleta Tirk re nebûn mal...
- Jê re behsa "şaristanî"ya hin kurdan dike bê çawa pêl zimanê xwe dikin û wekî MemûZînê hez ji zimanê tirkî dikin...
- Jê re behsa "şaristanî"ya xebatkarên TRT6'ê dike bê çawa ji gotinên Bûlent Arinç re nikarin bêjin "çit" jî...
- Jê re behsa "şaristanî"ya gelek tiştan dike, lê hişê Arinç li ser e ka wê çawa Şaredariya Amedê di hilbijartineke din de bi destê xwe ve bînin...
Wekî din hûn texmîn bikin: Gelo bi rastî jî Osman Baydemîr ji Bûlent Arinç re behsa çi dike?