Parlamenterê Amedê û Wezîrê AKPê Mehdî Eker li Qosera Mêrdînê xwe aciz kiriye û kêm zêde wisa gotiye, "...Ez jî kurd im. Tu kes ji min bêtir ne kurd e. Lê mafê tu kesî tune ku li ser navê kurdan kuştinan bike..."
Heke Mehdî Eker Nûkurdê bixwenda, me yê gotineke Apê Mûsa bihaniya bîra wî, lê em bawer nakin ku dixwîne.
Heke bixwîne jî jixwe ewî fêm kir(helbet we jî fêm kir!) bê Apê Mûsa çi gotiye.
Ji bo xwendina vê nûçe-nivîsê heke hûn poşman bibin, nexwe careke din gohê xwe nedin kesên wekî Mehdî Eker.