Mahsun Kirmizigûl serê her şeş mehan wê di bin xwe de nûçeyekê belav bike ku xwedêgiravî li ser Helebçeyê fîlmekî mezin çêdike û dê xwedêgiravî stêrên Hollywoodê jî tê de bilîzin.
Gelo Mahsun Kirmizigûl çima derewên wisa li ser "Helebçe"yê belav dike?
Ji ber ku Mahsun Kirmizigûl di bin navê "Helebçe"yê de dixwaze hin kar û barên xwe "yên din" li Başûrê Kurdistanê birêve bibe.
Dema ku rojnameger yekser pirsa "Fîlmê Helebçe" ji Mahsun Kirmizigûl dikin, ew wisa bersiv dide, "Haya min ji tiştên wisa tune, hin kes li ser navê min van nûçeyan belav dikin..."
Lê ya rastî haya wî jê heye û ew bixwe nûçeyên wisa derew belav dike.
Bi kurt û kurmancî:
- Mahso li ser Helebçeyê fîlmekî mezin çê-na-ke!!!!
- Û Stêrên Hollywoodê jî di fîlmekî tunehî de tu carî na-lî-zin!!!