Gelê kurd bi partî û dezgehên xwe ve, bi siyasetmdar û rewşenbîrên xwe ve ji bo ku biratiya xwe nîşanî civaka tirk bike di her rewş û bûyerê de her dem di nav hewldanan de ye.
Ji bo vê yekê lazim be an na, her tiştî dike...
Lê gelo civaka Tirk?
Gel û civaka tirk jî -ji bilî çend dostan- ji bo ku biratiya xwe nîşan nekin her tiştî li dijî gelê kurd dikin.
Gelê kurd bi xemgîniyeke mezin ve ket sersalê...
Lê Gelê Tirk bi şahî û kêfxweşiyeke mezin ve ket sersalê...
Di serî de Erdogan gelek siyasetmedarên tirk ji bo kuştina 35 ciwanên kurd xwedêgiravî xemgîniya xwe ji medyayê re vegotin, lê dû re jî bi kêfxweşiyeke mezin ve sersala xwe pîroz kirin.
Li Tirkiyê li tu deverî ji bo komkujiya Qilabanê cejnên sersalê nehatin betal kirin...
Li Tirkiyê ji bo kujerên 35 ciwanên kurd heta niha jî tiştek nehatiye kirin.
Belê ew daxwuyaniyan didin medyayê, xemgîniya xwe nîşan dikin, lê ji bo derxistina kujeran tiştekî nakin...
Paşê jî diçin sersala xwe pîroz dikin.
Gelo heke ev bûyer xwedê neke li Îzmîr û Antalyayê biqewimiya wê Hikûmeta Tirkiyê bi medyaya xwe ve şîn îlan nekirana?
Gelo wê dinyayê nehejandana?
Helbet belê...
Lê gelo ji bo 35 ciwanên kurd çima tiştekî nakin? Çima şînekê îlan nakin?
Ew bi vî rengî "biratî"ya xwe nîşan(!) dikin, ew bi vî rengî "xemgînî"ya xwe nîşan(!) dikin...
Qey biratî û xemgîniya wan jî wisa ye.
Niha Nûkurd dipirse: Kîjan biratî? Kîjan xemgînî?
Bersiva dawî jî wekî her car em ji we xwendevanên Nûkurdê re dihêlin!