Kurd wê bersiveke çawa bidine Bûlent Arinç em nizanin.
Lê Nûkurd wiha bersiv dide Arinç, "Ne hedê te ye ku tu bibêjî 'zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê.'..."
Arinç bixwaze an jî nexwaze, bi têkoşîna kurdan ve wê rojekê zimanê kurdî jî di nav zagonên Tirkiyê de bibe zimanê perwerdê.
Jixwe heke ev têkoşîn tunebûya dê Arinç qet nebe îro negota "zimanê kurdî" jî.
Civaka kurd çîroka "kart, kurt, kûrt..." baş dizane.
Lê gelo Bûlent Arinç bi kîjan cesaretê îro dibêje, "zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê." ?
Çend sedemên bingehîn hene:
- Heta ku kurdên bakur bi zimanê tirkî re bijîn...
- Heta ku zimanê tirkî ji ser lêva siyasetmedarên bakur danekeve...
- Heta ku rewşenbîriya bakur bi tirkî biherike...
- Heta ku zimanê tirkî serdestî medyaya bakur be...
- Heta ku zimanê kurdî nebe "ala"ya her tiştê bakur...
...helbet wê Bûlent Arinç jî bi cesareteke mezin bibêje, "zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê."
Erê Bûlent Arinç wisa dibêje, lê mixabin di nav civak, rewşenbîrî û siyaseta kurdan de jî kesên wekî "Bûlent Arinç" hene ku qet bawer nakin ku wê rojekê 'zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê'...
Kurd divê bi riyên medenî û demokratîk ve ji bo zimanê kurdî li dijî hişê her du "Bûlent Arinç"an jî têkoşînê bidin.
Bûlent Arincek li Enqereyê dijî...
Gelo "Bûlent Arinç"ên kurdan li ku dijîn?
Erê, me derdê Bûlent Arinç fêm kir...
Lê gelo "Bûlent Arinç"ên kurdan ji bo zimanê kurdî çi dixwazin?