Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç li Amedê gotiye ku li ser perwerdehiya zimanê zikmakî tu projeyên wan tune û zimanê zikmakî nakeve nava hemû mafên kurdan.
Arinç van gotinan li Amedê di dilê kurdan de dibêje.
Erê, Arinç di dilê kurdan de diaxive, lê behsa tu tiştê kurdan nake...
Projeya Arinç ya li ser zimanê kurdî tune...
Projeya Arinç ya lêborînê ya ji bo Komkujiya Qilabanê tune...
Projeya Arinç ya ku navê hemû gund û bajarên kurdan lê vegerîne tune...
Projeya Arinç ya li ser hebûna kurd û Kurdistanê qet tune...
Gelo nexwe kîjan projeya Arinç heye?
Weke tê zanîn Bûlent Arinç berî çendekê li meclîsê gotibû "Em dê hemû mafên kurdan bidin wan!"
Loma Nûkurd jî mereq dike, "Gelo tu yê kîjan mafên me bidî me?"
Bi rastî me tiştek jê fêm nekir.
(Na na, helbet em ji kuştin, girtin, asîmelekirin û dek û dolabên osmaniyan fêm dikin! Lê meraqa me tiştek din e!)
Heke careke din Kemal Bûrkay bi Bûlent Arinç re hevdîtin kir, bila jê bipirse, "Gelo ew behsa kîjan mafên kurdan dike?"