Weke tê zanîn nivîskar Bejan Matûr di rojnameya Cemaata Gûlen de yanî di Zamanê de dinivîse.
Piraniya nivîsên Matûrê li ser meseleya kurd in.
Matûr gelek caran bi zimanekî maqûl, car caran bi çavê kurdeke 'spî' li pirsgirêka kurd dinêre û dinirxîne.
Lê Rojnameya Zamanê ya ku tê de dinivîse wekî şaxeke MÎTê nûçeyên berovajîkirî/manûpîlekirî li ser kurdan diweşîne.
Herî dawî jî bûyereke skandal doh qewimî: Kesên ku li Stenbolê di bin navê KCKê de hatibûn binçavkirin, hêj ku li ber mehkemeyê bûn, rojnameya Zamanê bi manşeteke qerase ve di malpera xwe ya di înternetê de wiha nivîsandibû, "KCK'ya darbe: 41 kişi tutuklandi!"(Darbeyek li KCKê: 41 kes hatin girtin!)
Em mereq dikin gelo wê Bejan Matûr ji vê yekê re çi bibêje?
Weke ku Yildirim Turker rojnameya xwe ya Radîkalê rexne kiribû, gelo wê Matûr jî bikaribe du gotinan ji rojnameya xwe ya Zamanê re bêje?
An gelo ew ê jî di rojnameyê de hem li nalê bixe û hem li bizmarî?