Şandeya BDP-KCD’ê tevî Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, ji bo beşdarî konferansa ji bo konferansa ji bo salvegera Komara Kurdistanê ya Mehabadê çûn Hewlêrê.
Şandeya ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate vexwendin. ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bû.
Şandeya BDP-KCD’ê ya ji Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, parlementer Leyla Zana, Sirri Sakik, Nazmî Gur pêk tê çû serdana Herêma Kurdistanê.
Şandeya BDP-KCD li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûn Hewlêrê û dê beşdarî konferansa ku bi boneya 66. Salvegera Damezrandina Komara Mehabadê ya ku di sala 1946’ê de li Mehabadê hate avakirin, tê lidarxistin bibin. Konferans dê di 19-20’ê sibatê de li dar bikeve.
Dê şandeya BDP-KCD’ê, ligel konferansê, hevdîtineke taybet bi Barzanî re pêk bînin. Hate zanîn ku dê di hevdîtinê de Konferansa Neteweyî ya Kurdan ku tê payîn îsal bê lidarxistin, pêşketinên herêmê, rewşa Kurdan li Bakûr, Rojava û Başûr gotûbêj bikin.