|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Rojhilatê Kurdistanê: Êşnameya girtiyekî Kurd “Osman Mistefa pûr“NÛKURD - Ez Osman Mistefa pûr, kurê Husên, xelkê gundê ’’Kase geran’’ a bajarê Pîranşarê me...
Bi nave xwedê,
Ez Osman Mistefa pûr, kurê Husên, xelkê gundê ’’Kase geran’’ a bajarê Pîranşarê me, ez di sala 1991’an de tevî (3) hevalên xwe, li geliyê Asingeran a Tirgewera Urmiyê hatime girtin. Du hevalên me yên din, bi navên Husên Siyetwet û Mihemed Salih Şahînî li heman derê bi goleyên hêzên Spahê Pasdaranê şehîd bûn. Sê dîlên din yên bi navê, Mela Casim Dilnişîn û Eyûb Cehangîrî di salên 1992 û 1993’an de di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin û tu kes heya niha ji çawantî û cîhê ku lê hatine veşartin haydar nîne û tenê Mîrza Mihemed Qasimî piştî tehemula 8 salên girtîgehê hate berdan. Ez ji dema binçav kirinê, bi qasî (6) mehan di hucreya takekesiyên spahê pasdaran û İdareya İtilaatê de li jêr dijwartirîn îşkenceyan, bêrêzî û nerehetiyên fîzîkî û ruhî de bûme. Niha piştî derbazbûna (20) sal li ser wan rojan, ez ecêbgirtîme ka çawa zindî mame. Di nava wan (6) mehan de min ji xeynî lêpirser û îşkencegerî tu kes nedîtin û heta endamên malbata min ji rewşa min bêxeber bûn. Piştî (6) mehan, ez radestî girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê kirim. Li vê derê bo cara yekê piştî (6) mehan, min hevalên xwe dîtin. Mehekê di hucreya takekesiya girtîgehê da bûm ku bo cara yekê min malbata xwe dît. Di 5’ê Rêbendana heman salê de, tevî Mela Casim û Eyûb em her sê bi bidarvekirinê mehkum bûyin û tevî ku malbatê bo min parêzer girtibûn destûr nedan ku parêzerê min di dadgehê de hazir be û ji bo min parêzerekî hikmetê diyar kirin. Sê roj piştî qaşo dadgehê, bangî min kirin û hukmê diyarkirî ragihdine min û li vêderê min nerazîbûna xwe diyar kir, lê hevalên min cardin şandin îdareya İtilaatê û piştî çend mehan hukmê wan hate ragihandin. Ez du salên temam di hucreyên takekesiyê de, ku jêre Qerentîne digotin de mam. Di havîna sala 1992’an de hukmê Mela Casim hate cîbicîh kirin û di sala paştir de Eyûb jî hate bidarvekirin û piştî wan, bangî min kirin û gotin hukmê te hatiye helweşandin û piştî wê bo girtîgeha bajarê Tewrêzê hatime veguhestin. Ji sala 1993 heya 1995’an di benda siyasiya girtîgeha Tewrêzê de mam. Ji bilî min, hemû endamê partiyên Komele, Fedayidên Xelk, Mucahid û Tudeyî bûn. Ji bo min gelek balkêş bû ku piştî du sal jiyana di wehşeta lêpirsîn û îşkenceyê de di komeke wisa pak û saxlem dame. Qet ji bîr nakim, piştî teqîna ’’Herema İmam Riza’’ pore serê me tiraşîn û (3) mehan ji hevdîtina bi malbat, hewa vexwarin û çûna hemamê bêpar mayin, çi jiyaneke bi wehşet bû. Di nava (3) mehan de hemû girtî tûşî nexweşiyên pîst, bîro û nexweşiyên din bûn û hema behsa kêç û spiyan jî neke… Sala 1995’an cardin ez birim girtîgeha bajarê Urmiyê, bêxeber ji her tiştî ji wê ez ber bi dadgehê birim û bêy tu belgeyekî ji bo min dosyeyek liser mirov kujiyê çêkiribûn, ez jî heya vê demê ji sûçê nû bêxeber bûm û di hizûra qazî de min bê agahiya xwe nîşan da û heya dawiya sala 2000’ê mijûlê sergêjiya wê dosyeyê bûm û di dawiyê de hukimê min ragihandin, ku jiber beşdariya di kuştina kesekî de, (10) sal cezayê girtîgehê dane min. Bêdad û hewara min negiha tu deran, lê çend meh piştî ragehandina hukim, dilxweş bi vê hindê ku piştî salekê cezayê min bidawî dibe û tême berdan. Lê cardin bêxeber ji pilana nû, ez ber bi dadgeha şoreşê birim, û bi tawana endamtiya di PDKİ ‘ê de (15) salên din cezayê girtîgehê dane min! Piştî (9) sal êş û azarên girtîgehê û du sal û çend mehên mayîna di takekesî û qerentîneyan de, wsia diyar bû ku çîroka dadgehên min bidawî dibin. Dadgehên ku tucarî min parêzerek têde nebûn û min nikarî xwe biparêzim. Tevahiya belgeyên li dijî min, çend laperên kaxezê bûn. Ku lêpirser di bin lêdana mist û pên û kabluyan de tiliya min a bi hubir digirt û li ser kaxezê dida, heta min encama wan dadgehan jî nedît û belgeyek nedan dest min ku sedemên tawanbar kirina min çi ne! Hemû hukmên min, bi devkî û zarekî bûn ku berpisrekî girtîgeh yan jî İtilaatê dihat, digot û diçû. Niha ku vê nameyê dinivîsim, piştî (20) sal û (4) mehan bo rojekî jî neçûme serlêdana malbata xwe. Ji dema ku di girtîgehê dame dayik, bira û xwîşkeke min wefat kirine û heta rê nedan min di merasîma cenazeyê/a ezîzên xwe de jî beşdar bim. Heya roja îro jî, bi awayekî fermî yan zarekî roj yan sala bidawî bûna hukmê min ji min ra negotine. Niha ji lêkolînerê taybetê mafê mitrovan a neteweyên yekgirtî, çavdêrên mafê mirovan û saziyên navneteweyî û miliyên mafê mirovan û hemû mirovên azad û azadîxwaz û wijdanên hişyar li seranserê Îran û cîhanê de dawakarim ku ne tenê ji bo azadiya min, belkî bi lêkolîna li ser bi sedan dosyeyên girtîyan û çawantiya birêve çûna dadgehan û di avê de çûna (20) salên bihara emrê min, li ser bingeha wala û pûç de lêkolînan biken. Serpêhatiya ku min di nameya xwe de vegotiye, dilopek ji hezar dilopên deryaya felaketêye. Ku min di wan hucre û zîndanan de bi çavên xwe dîtiye, herçend belkî cardin ji ber nivîsandina wê nameyê jî, min bişînin takekesiyan û lêpirsînê ligel min bikin. Lê ewqas besî min e ku dikarim beşeke biçûk ji zulm û bêedaletiya ku derheqa min û girtiyên din yên komara îslamiyê hatiye kirin û tê kirin jî bigehînim gelê xwe. Tevî silavan, Osman Mistefapûr Payîza 2011’an Jêder: malpera Çalakvanên mafê mirovan û demokrasiyê di Îranê de Ji Farsî: Dêrsim Oremar – nukurd.com Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|