Hêzên serbazî yên Îranê li gund û bajarên li ser sînorên Kurdistanê dest bi avakirina bingehên serbazî (leşlerî) dikin. Her wesa li Mahabad, Ûrmiye û Kîrmanşanê pirtir ji 10’an welatî hatine desteserkirin.
Riza Yusuf li rojhilatê Kurdistanê çavdêrê siyasî ye ku ji bo rojnameya Evro (Başûr) wiha diyar kir: “Artêşa Îranê li gund û bajarên rojhilatê Kurdistanê avahiyên nû yên leşkerî çêkirine û bênavber çavdêriyê li gund û bajaran dikin.
Sedema vê gavê ew e ku Îran dixwaze kurdan her di bin kontrola xwe ve bihêle. Li aliyê dî givaştinên li ser welatiyên kurd roj bi roj pirtir dibin, li Mahabad, Ûrmiye û Kîrmanşanê ji 10’an pirtir kes hatin desteserkirin, zordestiyên li ser girtiyên siyasî jî pirtir bûne”.
Riza Yusuf axaftina xwe wiha dom dike: “Da ku ji her alî ve rojhilatê Kurdistanê dagir bikin, bi xwe maddeyên bêhişker (narkotîk) belav dikin. Di nav ciwanên kurd de ev xirabî gelek belav kirine jî.
Gelek caran me bi çavên xwe dîtiye ku karmendên saziya îstîqbarî ya Îranê bi xwe ev maddeyên bêhişker (narkotîk) ji bo belavkirina li gund û bajarên kurdan bi destê xwe dane hinek kesan.
Sedema wê jî ew e ku dixwazin ji her alî ve kurdan tûşî belayan bikin, cîvaka kurd têk bibin da ku ew kurd nekarin parastina mafên xwe bikin”.
Çavkanî: Rojnameya Evro, 11.10.2011, Duhok
Ji tîpên erebî bo kurdiya latînî: Bedel Boseli - NÛKURD