PJAK’ê di nameya xwe de balê dikişîne ser polîtîkayên Amerîkayê û dibêje: “Piştî Demokrat li Amerîkayê hatin ser kar, bi hemû hêza xwe piştgiriya Tirkiyeyê kirin û rola navdewletî ya di prosesa guhertina herêmê de dan vî welatî.”
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di nameya vekirî ya ji bo Serokê Amerîka Barack Obama de, balê dikşîne ser komkujiya li Roboskiyê û dibêje:
"Di encama êrîşên balafirên artêşa Tirk de, di 28’ê Kanûna 2011 de, li gundê Roboskiyê 34 gundiyên kurd hatin kuştin. Vê nûçeya dilêş rûpeleke din a reş û tarî li dîroka komkujiyên li dijî gelê kurd zêde kir, û herwiha bû sedema hêrs û nerazîbûneke mezin di nava hemû gelê kurd de, li hemû beşên Kurdistanê. Ti wijdanekî hişyar di asta cîhanê de nikare li himberî vê hovîtiyê bêdeng bimîne û nexwedî hêrs û kîn be."