Komara Kurdistanê ya Mehabadê di 22'ê Çileya sala 1946'an de bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê li Meydana Çarçira ya Mehabad, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.
Lê mixabin Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi tenê 11 mehan jiya.
Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17'ê Kanûna sala 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.
Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku Komara Mehabadê hatibû îlan kirin, di 31'ê Adara sala 1947'an de, hatin dardekirin.
Nûkurd di serî de Qazî Mihemed hemû kedkar û rêveberên Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi bîr tîne.
Fermo çend wêne û dîmenên balkêş yên Komara Kurdistanê ya Mehabadê temaşe bikin: