Li hêlekî li seranserî Suriye û Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî rejîma Beşar Esad bilind dibin.
Li hêla din jî raya navnetewî ji binî de destê xwe ji rejîma Esad dişo.
Herî dawî DYA’yê ragihand ku Beşar Esad kontrola desthilatiyê wenda kiriye û got; “Çûyîna Esad jênerevîn e” û bang li welatên Ereb û Rojava kir ku helwesteke hevpar li hemberî Sûriyeyê bigirin.
Berdevê Koçika Spî Jim Carney der barê pakêta nû ya danekirinên welatên rojava û Ereban ên li hemberî rejîma Esad de daxuyaniyek da. Carney diyar kir ku divê di Konseya Ewlekariya NY’yê hilweşîna desthilatiya Beşar Esad bidin ber çavên xwe û got; “Rejîmê kontrola desthilatiya welêt wenda kiriye.”
Tê diyarkirin ku dê Rûsye pêşniyara “Bila Beşar Esad dest ji wezîfeyê berde û cihê xwe bide alîkarê xwe û hikûmeteke nû were avakirin” veto bike. Rêveberiya Moskowê diyar dike ku ev pêşnûmeya ji aliyê welatên Ereb ve hatiye pêşniyarkirin û Franse û Îngilîstan pêşniyar dideyê, lihevkirinekê pêk nayne, dê rê li ber tevlîheviya navxwe vebike.
Nûkurd çend dîmenên dawî yên ji xwepêşandana Qamişloyê tîne ber ekranên we: