Li gorî malpera Biratî, di dema dawiyê de li bajarê Qamîşloyê 9 serbazên Sûrî dest ji xizmeta serbaziyê berdane.
Agahiyên dawî dibêjin ku di çend rojên dawiyê de, piştî ku navçeyên wan serbazan ji aliyê artêşa rêjîmê ve hatiye bombabaran kirin, 9 serbazan dest ji xizmetkirina artêşê berdane û niha jî di bin parastina xelkên Qamîşloyê de ne.
Her weha navên wan serbazan ji ber ewlehiya jiyana wan nehatine aşkire kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev 11 meh in ku li welatê Sûriyê şoreşa gel dest pê kiriye û di encamê de, bêtir ji 7500 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran koçberî welatên Tirkiye, Libnan û Urdinê bûne û bajarê Homsê jî bi piranî ji aliyê artêşa rêjîmê ve hatiye wêran kirin û heya niha jî bi dijwarî berdewam e.