Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxwaza hilweşandina rejîma Beşar Esed dike û dibêje: “Dîtina Civata Nîştîmanî ya Sûriyê derbarê pirsa Kurd de ne eşkere ye.”
Berdevkê Rêxistinên Ewrûpa yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulselam Mistefa ji kanala El-Erebiye re diyar kir ku aloziya îna borî di nava xwepêşanderên li bajarê Efrînê de dirûst bûyî, ji ber hatina bi dizî ya çend kesên ‘Xerîb’ ya di nava rêzên xwepêşandanê de bû. Piştre jî ji aliyê alîgirên partiya me ve ji nava xwepêşandanê hatin derxistin.
Ev gotin di demekê de ne ku Hevrêziya Birayetiyên Efrînê di daxuyaniyekê de PYD bi wê yekê gûnehbar kir ku alîgirên wan îna borî êrişî xwepêşandana wan a li Efrînê kirine.
Ebdulselam Mistefa red kir ku kesên nêzî partiya wan (PYD) beşdarî aloziya roja înê li dijî xwepêşanderên Kurd ên li Efrînê dirûstbûyî biribin. Mistefa dûbare kir ku endamên partiya wan bi awayekî bi bandor beşdarî wan xwepêşandanan dibin û daxwaza hilweşandina rejîma Sûriyê dikin.
Berdevkê PYD’ê yê Ewrûpa di berdewama daxuyaniya xwe de dibêje: “Helwesta partiya wan a derbarê rejîma Sûriyê de ron û eşkere ye. Em şehîdên Deraa û Hûmisê wekî şehîdên xwe dibînin. Em hemû ciwanên gel wekî yên xwe dibînin û em jî kurên wan in. Armanceke me ya hevbeş heye û ew jî, ‘Hilweşandina rejîma faşîst a Sûriyê’ ye.”
Mistefa wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Nakokiyên me ligel Civata Nîştîmanî ya Sûriyê ya bi serokatiya Burhan Xelyûn heye. Ji ber wê civatê heta niha derbarê pirsa Kurd de ti dîtinek eşkere nîne.” Mistefa bal kişand ser wê yekê ku ne li dijî Civata Nîştîmanî ya Sûriyê ne, belkî dixwazin; “Ew civat wekî neteweya dûwemîn li ser mafê gelê Kurd mikûr bê.” Mistefa da zanîn ku Sûriyeya bê hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Xiristiyan, Aşûrî, Diruz û Elewiyan digre nava xwe.
Berdevkê PYD’ê dibêje: “Ji aliyê çend aliyên Kurd û Ereb ve partiya wan rastî pêngaveke reşkirinê hatiye û bi baweriya wî destê derve li pişt van pêngavane heye.”
Ebdulselam Mistefa diyar kir ku partiya wan ji bo amadekirina ‘Belgenameyekî jihevtêgihiştina hevbeş’ ya ku tevayî partiyên Kurdî di bin navê Civata Nîştîmanî ya Kurdî de bi armanca hewldanên ji bo rû bi rûbûna ‘Rejîma serkutkar a Sûriyê’ di nava xebata xwe ya dawî de ye.