|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Partiyên Rojava lijneyek neteweyî saz dikinNÛKURD - Li Silêmanî der barê rewşa Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de...
Li Silêmanî der barê rewşa Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de semînerek hate lidarxistin. Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava Aldar Xelîl beşdarê semînerê bû der barê rewşa Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de axivî û her wiha Xelîl der barê hevdîtinên PYD yên bi rêxistinên Başûrê Kurdistanê de jî agahiyên giring dan.
NÊZÎKATIYA RÊVEBERIYA HERÊMA KURDISTANÊ JI BO ROJAVA BAŞ BÛ Li Silêmanî îro di demjimêr16.00 de de li salona Dezgehê Xendan der barê rewşa Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de semînerek hate organîzekirin. Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava Aldar Xelîl beşdarê semînerê bû. Xelîl di destpêka axaftina xwe bal kişand ser armanca hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê û got; “Bi armanca ku em piştgiriya tevahî hêz û rêxistinên din ên Kurd bistînin û ji bo serxistina şoreşa Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji wan bikin hatin vê derê. Me li Hewlêr û Silêmaniyê hevdîtinên giring pêk anîn. Nêzîkatiya rêvebiriya herêma Başûrê Kurdistanê ya ji şoreşa Rojava re erênî bûn. Me jî vê yekê moral û manewiyat girt. Ew bixwe jî rewşa me dişopînin. Ez bawerim wê encama van hevdîtinan di dema pêş de baştir ronî bibe”. Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl di berdewama axatina xwe de li ser rewşa serhildana gelên Suriyeyê kir û got ku ev yanzdeh salin gelê Suriyeyê li ser piyane lê di destpêkê de jî me ji vê yekê re negot serhildana gelê Ereb, me ev yek weke şoreşa gelên Suriyeyê bi nav kir. Xelîl got; “Me di serî de jî ji van serhildanan re ne got serhildana gelê Ereban jî gelekî din. Me got serhildana gelê Ereb, Kurd û tevahî gelên din ên li Suriyeyê dijîn. Êdî tevahî gelên herêmê jî dizane ku modela rejîmêndîktator, netew-dewletên navendparêz êdî qediya û dema wan derbas bûye. Ji ber ku ev rejîm nikarin bersiva daxwazên gelan bidin. Îro nebûya jî wê di pêşerojê de gelan serê xwe hildaba”. ME MODELA XWESERIYA DEMOKRATÎK PÊŞNIYAR KIR Xelîl behsa mudaxaleya hêzên navdewletî jî kir û got ku her hêzek di vê rewşê de dixwaze li gorî berjewendiyên xwe projeyan bi cih bike lê belê êdî dem dema hilbijardeka gelan e. Xelîl wiha berdewam kir; “Tu projeyekê ku îradeya gelan nas neke nikare biser bikeve. Di 30’ê Adara sala 2011’an de weke gelê Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê me jî du tespîtên giring kirin û plansaziyek pêşxist. Me got tenê bi hilweşandina rejîmên dîktator çareserî pêş nakeve. A duwem jî me got ku ger civak azad nebe, bi rêxistinkirî nebe, zane nebe nikare alternatîfa sîstema dewlet-netewe dabigre. Ji ber vê yekê me modela Xweseriya Demokratîk pêşniyar kir”. NÊZÎKATIYÊN EREBÊN MUXALÎF Xelîl der barê têkîlî û nêrîna hêzên din ên muxalîf de axivî û got ku ji bo wan modela xwe ya çareseriyê û nêrînên xwe ji hêzên din ên muxalîf re vegotine û bi wan re gelek nîqaş kirine, di encam de jî nêzîkatiyek erênî dîtine. Xelîl wiha pêde çû; “Me ji hêzên Ereb ên muxalîf re got ku eger hûn rejîmê hilweşînin û di dewsa wî de rejîmek demokratîk ya ku daxwazên gelan nas nake damezrînin wê şoreş negehije armanca xwe. Nêzîkatiyên wan jî erênî bûn. Her wiha gelê Rojava bixwe jî bi sekna xwe diyar kir ku ger ew qebûl bikin an nekin jî wê sekna xwe ya xweser biparêzin û daxwazên xwe yên azadiyê bînin zimên. ” Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de behsa xebatên yekîtiya netewî ya di nava partiyên din ên Kurd de jî kir û da zanîn ku wan weke Tevgera Civaka Demokratîk ji bo yekîtiya neteweyî xebat meşandine lê ji bo li vanbirina vê xebatê hin partiyan bi piştgiriya DYE, Tirkiyê û hin rêxistinên din ên Kurd ên parçeyên din xwestine yekîtiyekî avabikin û PYD’ê ji vê veder bikin. Xelîl got ku ev nêzîkatî nagehije armanca xwe û cihê xemgîniyê ye ku hin hêzên Kurd jî di nav de cîh digrin”. PEYMANEK YEKITIYÊ HATIYE ÎMZEKIRIN Xelîl da zanîn ku di 19’ê Kanuna 2011’an de rûniştinek di nevbera Meclîsa Gel û partiyên ku endamên Meclîsa Netewî ne de pêk hatiye, hevdîtinên pêwîst yên di nevbera hêzên Kurd de heya roja îro jî dewam kirine û di encama van hevdîtinan de hevpeymanek yekîtiyê hatiye îmzekirin. Xelîl got ku wê di encama van hevdîtinan de lîjneyek bê damezrandin û ev lijne wê xebatên yekîtiyê bişopîne. KURDAN NAVÊ CIHAN ÊN KURDÎ VEDIGERÎNIN Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava aldar Xelîl di semînerê de behsa hilbijartina meclîsên gund, taxû bajaran jî kir û got ku cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê gel bi îradeya xwe ya serbixwe beşdarê hilbijartinan bûye, rêvebiriyên xwe yên meclîsan hilbijartiye. Xelîl axaftina xwe wiha doman; “Ev yek ji bo me firsendek dîrokî ye. Madem rejîm di vê rewşê deye pêwîste em jî weke gel sîstema xwe ya alternatîf demek ji ya din zûtir ava bikin. Li ser vê armancê hilbijartina meclîsan pêkhat. Niha li Rojavayê Kurdistanê gel bixwe dibistanên xwe, navendên xwe yên çand û hunerî, navendên perwerdeyê ava dikin. Gel bi xwe bi hêza xwe alîkariyê kom dikin û malên xwe yên perewerdehiyê vedikin. Wekî din gelê me li her bajar û gundî biryar daye ku navên ku kiribûn Erebî cardin bikin Kurdî. Armanca me ji vê yekê ev e ku divê her kes bizane ku Kurd ne ji bo desthiladariyê bixin dest xwe lê ji bo bidestxistina mafên xwe beşrê şoreşa gelên Suriyeyê dibe. Xelîl di dawiya axaftina xwe de got ku raperîn û çalakiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de bê navber didomin. Gelê Kurd bi vê beşdarbûnê hêz dide şoreşa gelên Suriyeyê. Piştî axaftina Xelîl beşdaran der barê rewş, xebat û tekoşîna gelê Rojava de pirs kirin û Xelîl jî yek û yek bersiva pirsan da. NÛKURD - ANF Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|