|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Li Efrînê çi diqewime?NÛKURD - Gelo alîgirên PYD’ê êrişî xwepêşandanan dikin?
Duh grûba Hevrêzên Biratiyên Efrînê diyar kirin ku li Efrînê alîgirên PYD’ê êrişî wan kirine û nexwestine xwepêşandanê bikin. Nûnerê PYD’ê derbarê vê yekê de got: “Ji despêkê heta niha ji aliyê hêzên derve de û bi taybet jî ji aliyê Tirkiyê ve siyaseteke reşkirin û parçekirina Rojavayê Kurdistanê tê meşandin.”
Duh grûba Hevrêzên Biratiyên Efrînê diyar kirin ku dema xwestine li Efrînê xwepêşandê bikin; alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrişî wan kirine û nexwestine xwepêşandanê bikin. Nûnerê PYD’ê yê li Herêma Kurdistanê Dr. Hûseyîn Koçer derbarê bûyerên duh ên li Efrînê rûdayîn de ji Rûdawê re axivî. Koçer got: “Despêkê digotin çima dirûşmeyên hilweşandina rejîmê bilind nedikirin û bi rejîmê re ne. Êdî dîtin gel bi hev re ne, li bajarên Kurdan bi hêzin û dibêjin; ‘hilweşandina rejîmê.’ Dema dîtin gel xwe bi rêxistin dike û meclisên xwe ava dikin, xwe li gund û bajar bi rêxistin dikin, dibistanên xwe vedikin, êdî tehemûla wan li hemberî vê yekê nema. Dixwazin bi rêya hinek kesan di nava bajarên Kurdan de nexweşiyê pêşbêxin, parçebûnê pêşbêxin û bi taybet jî Efrîn girtin dest.” Çima Efrîn? Koçer li ser pirsa gelê çima Efrîn? De got: “Ji ber di nava gelê Efrînê de parçebûn nîne, hemû bi hev re radibin û li hemberî hev rêzdarin. Hemû partî û fikrên cûda bi yek dengî radibin û heman gotarê pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê armanca wan a vê carê Efrîn bû. Ji ber li Qamîşlo di parçekirinê de hinek encam girtin, vê carê Efrîn girtin dest. Dixwazin li Efrînê hinek dirûşmeyên Stenbolî yên ku Civata Nîştîmanî ya Sûriyê ya ku Erdogan li cem xwe avakirî bilind bikin. Ji bo parçekirina rojavayê Kurdistanê, dixwazin hinek tiştan di nava gel de pêşbêxin. Di bingehê xwe de dixwazin parçebûn û nexweşiyê di nava gel de çêkin. Ger hun hinek dirûşmeyên Stenbolî di nava me de bavêjin, derbikevin û bavêjin. Gel van dirûşmeyan di nava xwe de napejirîne.” Dixwazin xwepêşandanê bi awayekî din bidin nîşandan Derbarê kesên wan dirûşmeyan diavêjin de jî Koçer got: “Ev kesane ji aliyê hinek aliyan ve pereyan digrin û fermanê werdigrin, xwe dixin nava gel de û dixwazin bi awayekî din xwepêşandanên vî gelî bidin nîşandan. Gel jî van kesane di nava xwe de napejirîne û bi rastî Efrînê ev kes nepejirandin.” Ev kesan kîne? Nûnerê PYD’ê derbarê wan kesan de jî got: “Kesên peywendiyên wan bi dijmin re hene û dixwazin parçebûnê di nava xwepêşandanên Kurdan ên li Efrînê de çêkin û gelê Efrînê jî ew kes di nava xwe de nepejirandin û derxistin.” Koçer diyar kir ku di nava wan kesan de Kurd jî hebûn û hinek Erebên ji gundên derdorê jî hatine, hebûn; “Van kesane xwestin bi vî rengî parçebûnê çêkin, gel nepejirand û got, ‘Ger hun bixwazin bi vî awayî xwepêşandanê çêkin, herin ji xwe re li derveyî me çêkin’ û nerazîbûn nîşan da.” Nûnerê PYD’ê yê li Herêma Kurdistanê diyar kir ku ev çîn dixwazin di nava gelê me de xwepêşandanê bikin û di kanalên ragihandinê yên wekî, El-Cezîre û el-Erebiye de bêjin ku ev xwepêşandan yên me ne. Bi qasî 25 kesan bûn û gel gotin, herin û ji nav me derbikevin. Koçer destnîşan kir ku bi deh hezaran mirov radibin û xwepêşandanê dikin, hinek kes tên nava wan de hinek dirûşmeyan diavêjin yan dixwazin siyaseta dijmin nava me de bidin nîşandan û gel jî wan napejirîne; “Bi hezaran alîgirên PYD’ê li wê derê hene. Di nava wan de PYD, aligirên partiyên din ên Kurdî û kesên serbixwe jî hene. Ev kesane dirûşmeyên Stenbolî û Erdoganî napejirînin.” Koçer diyar kir ku li pişt kesên ku êriş kirine, Tirkiye, hêzên derve û yên dixwazin kurdan parçe bikin hene. Ji ber dibînin li Efrînê dîtina gel hemû yeke û ji ber vê yekê jî xwestin li Efrînê tevlîheviyekî wisan çêkin. Dr. Hûseyîn Koçer di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Kesên dixwazin parçebûn û nexweşiyê di nava gel de çêkin, bi ser nakevin û wê ne gihin armancên xwe. Ji ber gelê me her tişt fêmkiriye û dizane çi bike. Dizane çi tiştek di berjewendiyên wan de ye û çi jî ne di berjewendiyên wan de ne.” Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|