Li bajarê Kobanê piştî kuştina xortekî ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve, pevçûn derket û di encamê de serokê baregeha Ewlehiya Asmanî hate kuştin û 2yên din jî birîndar bûn.
Li gorî Aknewsê, rojnameger û çalakê kurd Berzan Îso derbarê vê bûyerê de wiha got, “Niha li Kobanê bi beşdariya bêtirî 10 hezar kes, xortê bi navê Ferûq Îsa ku duhî li ser destê çeteyên rejîma el-Esed hatibûn kuştin bi xak hate spartin.”
Barzan Îso ku bi xwe ji Bajarê Kobanê ye ronî kir ku Ferûq Îsa vê berbangê di saet 1:30ê de dema digel mala xezûrê xwe vedigeriya malê bi guleyên hêzên rejîmê û alîgirên wê hate kuştin.
Îso diyar kir ku digel hêzên ewlehiyê malbata sîxurkar Mehmo Hacik Begarî jî hebû ya ji demekê de karê xerab li bajarê Kobanê digel hêzên ewlehiyê dimeşîne.
Îso dûmahiya bûyerê wiha vegot, “Piştî kuştina Ferûq Îsa, komîteyên gelêrî êriş birin ser baregeha Ewlehiya Hêzên Asmanî û pevçûn derket û di encamê de serokê baregehê hate kuştin û endamekî hêzên ewlehiya siyasî û yekî din yê hêzên ewlehiya asmanî birîndar bû.”
Îso ragihand ku piştî vê rûdanê hemû şax û endamên hêzên rejîma Sûriyê bajarê Kobanê bi cih hiştin û reviyan û niha bajar di destê kurdan de ye û bajar bi girseyeke mezin “Şehîdê xwe ku bûye nîşaneya yekîtiyê li vî bajarî vedişêre.”
kurdên Sûriyê Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Cizîr, Kobanê û Efrîn. Herêma Kobanê, beşekî cihê ye ji herêmên din, lê piraniya daniştiyên wê kurd in ji bilî hinek erebên ku ji aliyê rejîma Baasê ve li bajêr hatine bicihkirin.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 7 hezar kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.