Endamê Desteya Cîbicîkar yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di roja cîhanî ya zimanên zikmakî de tekez kir ku di Sûriyeya paşerojê de zimanê kurdî dibe zimanê fermî.
Endamê ragihandina ENKSê Mistefa Îsmaîl di roja cîhanî ya zimanên zikmakî de, wek ENKS fikir û hizrên paşeroja zimanê kurdî li Sûriyê ji AKnewsê re daxuyand û got:
“Em di ENKS ê de xebateke siyasî bo misogerkirina mafên kurdî di sûriyê de piştî rûxandina rejîma Beşar el-Esed bi rêve dibin, ji wan mafan jî, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ye, li ser bingehê danpêdana destûrî bi hebûna gelê kurd û mafên wî yên rewa di Sûriyeke demokrat û piralî de.”
Îsmaîl tekez kir ku di Sûriya paşerojê de, divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî, û di herêmên kurdan de kurdî bibe zimanê perwerdehiyê di hemû astên xwendinê de.
Li ser paşeroja zimanê kurdî li Sûriyê Îsmaîl got, “Em di wê baweriyê de ne ku rewşa kurdî di Sûriyeya paşerojê de baştir be, çiku ji nuha ve çarçoveyên serekî ên opozisyona sûriyê, bi taybetî jî Civata Niştimanî ya Sûrî û Desteya Hemahengiyê ya Neteweyî di belgenameyên xwe yên siyasî de nasnameya neteweyî ya kurdî bipejirînin, û ziman jî stûna nasnameyê ye.”
- Pêdiviya me bi nexşeyeke kar di vê barê
Sebaret bayex û girîngîdan bi pirsa ziman ji ENKSê ve, Îsmaîl got, “ENKS di hundir krîzeke siyasî û ewlehî de hat holê, piştî 7 an 8 mehan ji destpêka şoreşa Sûrî li dijî rejîmê de hat damezirandin, vê rewşê jî hişt ku hemû kar û hewildanên ENKSê siyasî bin, çi ku rûdanên lezgîn û pêşveçûnên rojane li Sûriyeyê ji çarçoveyên opozisyonê berkarên lez dixwazin.”
Li ser pirsa çi gav û plan û amadekarî ji kurdî re bo siberoja Sûriyê de hene, Îsmaîl got ku bi tevî mijûlbûna wan bi barê siyasî jî, hin endamên Desteya Cîbicîkar a ENKSê pêşniyar kirin ku li herêmên kurdan dibistanên zimên ji aliyê Encûmenên Herêmî yên ENKSê ve bihên vekirin, “lê ew pêşniyar ji ber giraniya karê siyasî hatin ragirtin.”
Îsmaîl ku hevdem endamê Komîteya Ragihandina ENKSê ye got, “Em di wê baweriyê de ne ku pêdiviya me bi nexşeyeke kar di vê barê de heye, tevî ku hin partiyên endam di ENKSê de, xebatên xwe yên di warê hînkirina zimanê kurdî de ji endamên xwe re didomînin.”
Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 10 partiyan û hinek ciwanên çalak, saz bû. Di encama Kongreyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hate damezrandin.