Parlementerên BDP û Blokê di navbera 20-21'ê de li navenda giştî ya BDP'ê dê bikevin greva birçîbûnê.
Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, ji bo greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku di girtîgehê de ji aliyê Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak ve hatiye destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştgiriyê didin berxwedana Selma Irmakê û wiha hate gotin; “Em çalakiya ku Parlementera me ya Şirnexê Rêzdar Selma Irmak û hemû girtiyên siyasî ya ku di girtîgehan de li hemberî operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi berdewamî pêk tên, tecrîda girankirî ya li Îmrali û pevçûnên di encama operasyonên ku dibin sedema rageşiya di çareseriya pirsgirêka Kurd de, dane destpêkirin, silav dikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ; “Em di wê baweriyê de ne ku dê berxwedana Irmakê û wekîlên dinên girtî feydek mezin bidin diyolog, muzakere, çareserî û demokratîk bûnê.”
Her wiha, di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Parlementerên BDP’ê û Eniyê dê 20-21’ê sibatê de, li Navenda Giştî ya BDP’ê dest bi greva birçîbûnê bikin û grev dê 2 rojan berdewam bike