Parlmentera Amedê Leyla Zana piştî merasima sondxwarinê çara yekem derket ser kursiyê meclîsê û axivî. Zana got; “Divê dewlet dest pevketinê berde. Pirsigêka Kurd pirsgirêka li ser pirsgirêkên siyasetan re ye.”
Parlementera Kurd Leyla Zana di Civata Giştî ya Meclîsê de têkildarê Qanûna Rêxistina Sîxûrî ya Neteweyî mafê axaftinê girt û diyar kir ku din ava 5 mehan de tenê zimanê şerê sarê tê bikaranîn. Zana diyar kir ku her kesê ku radibe diaxive, yên din tehdîd dikin, yên ku behsa nêrînê xwe dike behsa tirsê dike, her kes hewl dide ku berê yê din bide girtîgehê. Zana got; "Li vî welate jixwe ev tişt hatin serê me. Ji serdema avakirina komarê heta niha têne serê me. Ev civak ji ber yek ziman, yek ol, yek nijad hate vê rewşê.”
Zana bal kişand ser helbest helbestkar Azîz Nesîn a “Em ji tirsên xwe ditirsin” û got; “Em bi xwe tirsên xwe diafirînin û piştre jî em ji van tirsên xwe ditirsin” û wiha berdewam kir; “ Karê Xwedê ye, li bêbextiya dîrokê binêrin, Tirk, Kurd, Ereb, çepgir û rastgir ji bo xwe ji xezeba MÎT’ê rizgar bikin, hewl didan, niha jî MÎT hewl dide ku xwe bi qanûnekê rizgar bike. Sibe dê hinek kesên din jî vê yekê bikin.”
‘EV CIVAK GUNEH E’
Zana bal kişand ku di serdema AKP’ê de jî pêvajoyeke bi êş dest pê kiriye û wiha berdewam kir; “Ger pirsgirêka Kurd tune bûya, em ê niha li ser çi biaxivîbûna?”. Zana bal kişand ser polemîkên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û got; “ Ev yek ji bo dahatuya me hemûyan heyf e. Em bêjin, me bi xwe xwe qedand. Em ji bo nivşê dahatûyê tişta pêwîst bikin. Gelo mafê kê ye ku ev qas li vir devjeniyên şexsî bikin û vê derê ji bo vê devjeniyê bi kar bînin.”
Zana got; “Em nikarin rojê zebit bikin, lê em nikarin tarîtiyê jî di kefa destê xwe dide bigirin. Dê teqeze ronahiyek derbasî nava vê tarîtiyê bibe” û wiha berdewam kir,; “Ji bo dahatûya me li ser taritiyê neyê avakirin, ka çi tiştên taybet û delalî hene, divê em ji holê rakin. Em pêşî li civakê vekin" Cîgira Serokê Meclîsê Guldal Mumcu ji Zana re got; “Tîka dikim, gotinên xwe biqedîne” Zana li Mumcu vegeriya got; “Birêz serok, ez pir tije bûme. 20 sal in li ser hev kom bûne”.
‘DIVÊ HEMÛ ALÎ BÊNE BANGKIRIN’
Zana di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta AKP’ê kir û got; “Hûn ne bi ketina dîrokê re, bi nivîsandina dîrokê re rû bi rû ne. Ez weke welatiyek a vî welatî, weke Kurdek, weke aliyê bindest ê vî welatî, ez qebûl nakim ku hûn ji ber pevketinên navxweyî pêşiya vî welatî bigirin. Divê dewlet dest pevketinê berde. Pirsigêka Kurd pirsgirêka li ser pirsgirêkên siyasetan re ye. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û hemû alî bêne bangkirin.”