Konferansa Kurdan a ku tê payîn ku bi beşdariya hemû rêxistin û saziyên Kurdan pêk were, careke din taloq bû.
ANF dibêje ku konferansa Kurdan a ku dihate payîn di demsala biharê de pêk were, careke din bo payîzê hate taloqkirin.
Sala par, dihat xwestin ku konferans di meha cotmeha 2011 de were kirin, lê belê ev yek ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibû taloqkirin. Piştî heman cotmehê, konferans bo demsala bihara 2012 hatibû taloqkirin.
Ji bo vê mijarê, şandeyek ji BDP’ê û KCD’ê di van rojên borî de hatin Hewlêrê û hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinan de ji partiyên siyasî yên Kurdan hatibû xwestin ku konferansê di biharê de pêk bînin.
Di hevdîtinan de hatibû diyarkirin ku divê konferans ji bo rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û rewşa nediyar Kerkukê, were lidarxistin û rexne li taloqkirina dîroka konferansê jî hatibû kirin.