|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Konferansa Netewî di hezîranê de ye?NÛKURD - Hevserokê KCD Ahmet Turk eşkere kir...
Hevserokê KCD Ahmet Turk û Hevsêrokê BDP Selahaddîn Demîrtaş derbarê gera xwe de nerîn û çavdêriyên xwe ji ajansa DÎHA’yê re vegotin.
Turk, diyar kir ku hatina wan ya Herêma Federal ya Kurdistanê bandorek baş çêkir û wiha got: “Me bi hemû partiyên Kurdan û rayedarên Herêma Federal ya Kurdistanê re hevdîtin pek anî. Ev hevdîtin pir erênî derbas bûn. Me hizir û ramanê xwe parve kir. Me li ser guhertinên Rojhilata Navîn û cîhanê niqaş kir. Lê li ser yekîtiya gelê Kurd li hev kir. Me ji her demê zêdetir girîngiya yekîtiya Kurdan derxist zanabûnê. Ji bo konferansê me biryar girt ku 12 kesên çar parçêyen Kurdistanê 3 kes bibin lijneya amadekarê konferansê. 'KONFERANS JI BO KURDAN XWEDÎ ROLEK GIRÎNG E' Turk anî ziman ku divê ev konferans bibe konferansa hemû Kurdan û siyaseteke netewî derbixe holê û wiha axivî. "Ji bo wê yekê her kes dixwaze bikeve liv û tevgerê. Em dijminatiya gelên Rojhilata Navîn nakin û ev hewldanên me ji bo yekitiya Kurdan û çaraserkirina pirsgêreka Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Hemû kesayet, rêxistinên sivîl, olî û partiyên siyasî yên Kurdan bi fikir û ramanên xwe tevlî konferansê bibin. Ev konferans bi taybetî jî ji bo parastina mafê Kurdan ya her çar parçêyen Kurdistanê ye. Bi her awayî her beşa Kurdan fikir û ramanê xwe bîne rojeva konferansê û bo çaraserî nêrînek hevbeş derkeve holê. Hevdîtinên me pir germ derbaz bûn û me di nav gel de jî germahiyek pir mezin dît. Ya girîng ewe ku di nav hemû Kurdan de ji bo yekitiya neteweyî germahiyek heye." 'DI KONFRANSÊ DE CIH NEGIRTINA PKK'Ê DÊ ZIRAREK PIR MEZIN BE' Turk derbarê nîqaşên 'Pewîst e PKK çek berde piştre konferans were lidarxistin û yan jî PKK di konferansê de cih negire' wiha got: "Rastî ew e ku PKK li her çar perçeyên Kurdistanê de di nav gelê Kurd de cîhek mezin girtiye û hêzeke mezin û berfireh e. Ger PKK bi fikir û ramanên xwe di nav vê xebatê nebe, bi rastî ev bo yekitiya Kurdan zirarek pir mezine. Ji ber vê yekê lazime hemû partî û rêxistinên Kurdan di konferansê de cih bigirin. Pêwiste bejewendiyên netewa Kurd nebe qurbana berjewendiyên şexsî." Turk derbarê pêşketinên li Sûriyeyê jî wiha got: "Rastî firsendek mezin li Sûriyeyê heye û eger em bi fikir û ramanek hevgirtî nêzîkî wan firsendan nebin nabe. Divê em di nav partiyên Kurdan de yekitiyê ava bikin. Pêşketinên li Rojava dê tesîrê li bakûrê Kurdistanê jî bike. Divê em ji bo pêşeroja Kurdan bi mêjiyek hevpar tevbigerin." DEMÎRTAŞ: GEL JI BO KONFERANSÊ AMADE YE DIVÊ SIYASETMEDAR JÎ XWE AMADE BIKIN Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar gelê Başûrê Kurdistanê ji bo konferensê amade ye û wiha axivî: "Me ji bo lidarxistina konferansa netewî helwestek nîşan da û me xwest konferans herî dawî meha gulan an jî hezîranê bê lidarxistin. Edî gelên me yên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo konferans û avakirina yekitiya netewa Kurdan xwedî helwestb in. Bi taybet jî li başûrê Kurdistanê gele Kurd bo yekitiyê xwedî helwest in, lê mixabin siyasetmedarên Başûr di vê mijarê de hê jî xwedî helwestek nîn in û ev jî mijjara rexneyê ye. Divê yekitiya netewî ji fantazî û gotinê derbas bike û bikeve pratîkê. Divê hemû partî û rêxistinên Kurdan yên çar parçeyê Kurdistanê siyaset xwe bikin yek. Hevdîtinên me ev nêrîn derxist holê." 'BERJEWENDIYEN NETEWÎ NEKIN QÛRBANA BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ' Demîrtaş diyarkir ku bo yekîtiya netewî bingehek mezin heyê û wiha got, "Ev destkeftiyên ku derketine holê berpirsyariyek mezin dide ser milê me. Bi taybetî jî ev bar ji ber ku demek direje di nav Kurdan de xwedî rolek mezine dikeve ser milê Tevgera Azadiya Kurdistanê." Demîrtaş hişyar kir ku divê kes nekeve pey berjewendiyên xwe yên şexsî û wiha pê de çû: "Êdî di vê sedsalê de bingeha azadî û yekitiya Kurdan bê avakirin. Êdî Kurd wek aktorek girîng di sedsala nû de bikeve rojevê. Ji bo vê yekê jî divê hemû berjewendiyen şexsî û siyasî bê berdan û ji bo berjewendiyên netewî kar bê kirin. Lazime ev firsend ji dest neçe û wek berpirsayriyek netewî nêzî berjêwendiyên Kurdan bibin." 'LI DIJÎ YEKITIYÊ HEWLDAN HENE' Demîrtaş da zanîn ku dê ji bo dîplomasiya derve jî bikevin nav liv û tevgerê û wiha got: "Di vê demê de em hewl bidin ku di asta herî jor de dîplomasiya derve pêk bînin. Em e ji Amerîka, Fransa û gelek dewlêten navneteweyî re hevdîtin pêk bînin. Xwe hewldanên danûstandina nav gelen me yen her çar parçêyê Kurdistan di asta herî jor de ye be xûrtkirinb Li Rojavayê Kurdistanê di nav gel de yekitiyek heye, lê belê li derve ji bo valaderxistina yekitiya Kurdan hewldan hene. Divê partî, tevger û rêxistinên Rojava hişyar bibin." 'GOTÛBÊJÊN AGIRBEST AN JÎ ÇEKBERDANA PKK HEWLDANÊN YEKÎTIYA NETEWA KURD VALA DERDIXE' Demîrtaş diyar kir ku niqaşên li derveyî konferansê hiştina PKK'ê li dijî berjewendiyên Kurdan in û wiha got: "Ev nîqaş bi zanebûn tên kirin ku dixwazin Kurdan di demeke wiha de pirsgirêkên sunî re mijul bikin û yekitiya Kurdan asteng bikin. Pevçûnên navbera dewleta tirk û PKK'ê ji bo konferansê astengî nîne. Çekberdana PKK'ê, şerkirina PKK'ê bondorek neyînî li ser konferansê nake. Divê herî zêde jî di demên wiha de yekitî bê avakirin. Divê konferansa netewî xizmeta çaraseriya pirsgeraka Kurd yên her çar parçêyen Kurdistanê bike. Divê hemû tevgerên Kurd tevli konferansê bibin û stratejiya çareseriyek hevbeş amade bikin. Armanca konferansê banga agirbestê ya ji bo PKK nîne. Li dijî vê yekê ji cîhanê re îlana yekitiya netewa Kurd e. Divê banga agirbestê ji bo PKK'ê nekeve rojevê û ev nezîkatî li dijî yekitiya Kurdan e û dê konferansê vala derxe. NÛKURD - ANF Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|