|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
“Kemal Burkay biryar nedaye bibe serokê HAK-PAR’ê“NÛKURD - Serokê berê yê PSK’ê Kemal Burkay duh bû endamê HAK-PAR’ê....
Serokê berê yê PSK’ê Kemal Burkay duh bû endamê HAK-PAR’ê. Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê derbarê 'gelo piştî Burkay bû endamê partiya dê bibe Serokê partiyê?' de got: “Hê fikrekî Burkay tune ye, lê wekî her kesî mafê wî heye ku hem bibe Serokê HAK-PAR’ê û hem jî di organên din ên partiyê de cih bigre.”
Piştî ku nivîskar, helbestvan û Serokê berê yê PSK’ê Kemal Burkay piştî 31 salên li sirgûnê, vegeriya Tirkiyê; gelek caran di ragihandina Tirkiye û Kurdî de hat belavkirin ku Kemal Burkay dê bibe serokê HAK-PAR’ê. Duh (18.02.2012) Kemal Burkay beşdarî civîna merasîma endamtiya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ya navçeya Kadikoy a Stenbolê bû. Burkay di wê merasîmê de bû endamê partiyê û Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel rozeta partiyê bi Burkay ve kir. Herwiha partiyê plaket jî pêşkêşî Burkay kir. Burkay di dema xelat wergirtinê de got: “We xwest min bikin endamê HAK-PAR’ê û ev yek ji bo we wêrekiyekî mezin e.” Burkay timî piştgirî daye HAK-PAR’ê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel derbarê endamtiya Burkay a ji bo partiya wan de got: “Birêz Burkay ji dema avakirina HAK-PAR’ê heta niha timî piştgirî daye HAK-PAR’ê û di avakirina partiyê de di aliyê şexsî de keda wî hebû. Piştî wê jî bi awayekî manewî bi nivîsên xwe piştgirî dayê. Ji ber li derveyî welat bû, rasterast ne di nava partiyê de bû. Lê her tim dîtin û nêrînên xwe di parelela xeta partiya me de tanî ziman. Piştî ku hat, biryar da ku wekî endam beşdarî HAK-PAR’ê bibe. Ji îro û pêve ger ked û piştgiriya wî hebe, wê wekî endam cîbicî bike.” Mafê Burkay heye bibe Serokê HAK-PAR’ê Bozyel li ser îdiayên ku di çapemeniyê de tên belav kirin ku wê Kemal Burkay bibe serokê HAK-PAR’ê jî dîtinên xwe anî ziman û got: “Ji bo serokatiyê hê fikrekî Burkay tune ye, lê wekî her kesî mafê wî heye ku hem bibe Serokê HAK-PAR’ê û hem jî di organên din ên partiyê de cih bigre. Lê ti bername û niyetewek zelal tune ye.” Siyaseta partiya me li gor kesan nayê guhertin Li ser egera 'ger Burkay bibe serokê HAK-PAR’ê, gelo wê di siyaseta HAK-PAR’ê de çi guhertin çêbibin' jî Bozyel got: “Siyaseta partiya me li gor kesan nayê guhertin, siyasetekî stratejîk e. Partiya me partiyekî di warê çareseriya pirsa Kurd de helwestekî wê ya taybet heye. Em dibêjin, pirsa Kurd pirsekî neteweyî ye û divê li ser wekheviyê bê çareserkirin. Ew jî tenê dikare bi federasyonê çareser bibe. Ev dîtineke me ya esasiye, kî bi serok zêde nayê guhertin. Xala duwemîn jî nêrîna HAK-PAR’ê ewe ku em dibêjin, êdî dema şer (li herêm û Kurdistan) derbas bûye, ji bo vê yekê jî ger ev çareser bibe; divê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe. Ev jî girêdayî demokratîkbûna Tirkiyê ye û dikare bi destûrekî nû safî bibe. Ev jî nêrînên bingehîn in.” Serokê HAK-PAR’ê wiha dirêjî da axaftinên xwe kir û got: “Partiya me partiyekî demokrat e, di nava xwe de pirr dengî û pirr rengiyê dipejirîne. Herwiha em vê çandê ji bo Kurdan jî dixwazin. Hin xetên esasî yên ji bo HAK-PAR’ê hene. Partiya me ne partiyekî îdeolojîk û çînî ye, partiyekî demokrat û azadîxwaze. Li gor normên demî û Yekîtiya Ewrûpayê karên xwe dimeşîne. Ji ber vê yekê kî bibe serokê partiyê, ev norm nayên guhertin.” Siyaseta HAK-PAR’ê ne ligor kes û serokan e Bayram Bozyel bal kişand ser rexneyên vê dawiyê yên navbera Serokê KADEP’ê Şerafedîn Elçî û Kemal Burkay û egera 'ger Burkay bibe serokê HAK-PAR’ê gelo wê ti bandorê li peywendiyên navbera herdu aliyan de bike' de got: “Siyaseta HAK-PAR’ê ne ligor kes û serokan e, di dema damezirandina xwe de rê, şop û asoya xwe zelal kiriye. Dibe ku bandora serok û rêveberan hebe, lê ev nayê guhertin.” Bozyel diyar kir ku rexneyên partiya wan li ser partiyên din hene; “Rexneyên me li ser KADEP û BDP’ê jî hene, ev tiştekî asayiye. Ger em partiyekî cûdane, tê wê wateyê ku cûdatiyên me hene. Lê ev jî nayê wê wateyê ku em dijberî û neyartiya wan partiyan dikin. Em her yek hêzên tevgera azadiya Kurdistanê ne, divê roj bi roj em peywendiyên xwe baştir bikin. Elbet wê rexneyên me berdewam bikin, pêwîstî bi van rexneyan jî hene. Ji ber hem hewcedariyên demokrasî û hem jî yên Kurdan in. Em li ser proje û kiryaran li hemberî hev helwestê datînin. Car caran wekî nimûne, berî niha KADEP, BDP, HAK-PAR û hinek rêxistinên Kurdan, me ji bo destûra nû ya Tirkiyê hin daxwazên xwe yên hevbeş bi raya giştî re parve kirin.” Derbarê şerê çekdarî de rexneyên me li ser BDP û PKK’ê hene Serokê HAK-PAR’ê bilêv kir ku di navbera Kemal Burkay û rayedarên PKK’ê de gelek nîqaş çêbûn; “Ji ber vê yekê di siyasetan de ji aliyê hewcedariyên Kurdan ve tê tayînkirin û hîn ev hewcedarî di rojevê de ne. Hewcedariyên li ser hinek meseleyan, hevkariyê li ser me ferz dike. Ev nayê wê wateyê ku em hev rexne nakin. Bi taybet jî di meseleya şerê çekdarî de gelek rexneyên me yên tund derbarê xeta BDP û PKK’ê hene. Lê ligel van tiştane jî, ji bo aştî, hewcedariya Kurdan û pêşeroja Tirkiyê, çi bikeve ser milê me, hem di aliyê Kurdan de (ev ji bo tiştekî stratejîke) û hem jî partiyên Tirkiyê yên di em amadene ji bo aştiyê çi pêwîst be, em dikarin bêyî pêşderazandin bi hev re kar bikin.” Niha berpirsyartiyek mezin li milê me heye Serokê Giştî HAK-PAR’ê Bayram Bozyel diyar kir niha pirsa Kurd ber bi çareseriyê ve diçe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Li Tirkiyê pirsa bingehîn a Kurd di rojevê de cihê digre û ber bi çareseriyê ve diçe. Ev jî roj bi roj berpirsyartiyên me hemûyan zêde dike û êdî em nikarin wekî berî 10 salan bi hêsanî tevbigerin. Îro berpirsyariyek li pêşiya me û li ser me heye, hem ji bo parçeyekê û hem jî ji bo her çarçar parçeyên Kurdistanê. Ez di wê baweriyê de wê roj bi roj tevgera Kurd vê berpirsyartiyê hîs bike, li gor wê nêzîk bibe û tevbigere.” Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|