Nivîskar û siyasetmedarê kurd û serokê berê yê partiya sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay, bû endamê partiya maf û azadiyan (HAKPAR).
Hate zanîn ku Burkay, îro beşdarî merasima vekirina nivîsîngeha HAKPARê li taxa Kadîkoya Stenbolê bû.
Burkay, piştî merasimê, ku serokê HAKPARê Bayram Bozyel jî amade bû, wek endamê HAKPARê hat wergirtin û rozeta partiyê pêve hat kirin, her wiha xelatek jî dan Burkay.
Kemal Burkay, ku piştî 31 salan, par payîzê, ji Swêdê vegeriya Tirkiyê.