|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Karayilan ji bo TRT-6 û operasyonên li dijî MÎT’ê çi got?NÛKURD - Karayilan dibêje, gelo zemînek qanûnî yê TRT 6 heye?
Serokê Desteya Rêber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku AKP xwe li pêvajoya diyalogê ya di sala 2008 de li Osloyê dest pê kirin nake xwedî û destnîşan kir ku vê yekê ji bo lewazkirin, mijûlkirin û tunekirina aliyê Kurdan nirxandiye.
Karayilan got; “Me ne bi MÎT’ê re bi dewletê re hevdîtin pêk anî” û destnîşan kir ku tişta bû sedema bidawîbûna diyalogan operasyonên di bin navê KCK’ê yên ku weke xencereke li pêvajoyê ketin bû. Karayilan got; “Destwerdanên kûr û ciddî li hemberî pêvajoya diyalogê pêk hatin. Ev feraset ji xwe re tenê şer esas digire. Tişta ku rê li ber vê vekir, zîhniyeta AKP’ê ye. Ji ber ku AKP li pêvajoya diyalogê nebû xwedî.’’ Karayilan der barê hewldanên li hemberî Hakan Fîdan de jî got; “ Dixwazin bi vê yekê pêvajoya diyalogê bi temamî bigirin û her wiha ev yek ji bo hewldanên ji bo diyalogên ku piştre pêk bên çavtirsandinek e.” Her wiha, Karayilan diyar kir ku nameya Ocalan û belgeyên din jî ji arşîvên MÎT’ê hatine girtin. ŞERÊ PSÎKOLOJÎK E Karayilan îdîayên weke ku dibêjin MÎT ketiye nava KCK’ê, weke “şerê psîkolojîk nirxand û got; “Li Tirkiyeyê pergalek ku xwe bi navê KCK’ê bi rêxistin kiriye, tune ye. Lê dibe endamên MÎT’ê ketibin nava hin saziyên legal û aşkere yên Kurdan. Lê gotinên ku dibêjin MÎT, KCK’ê bi rê ve dibe, evane derew û pûç in. Gelo ger em nekarin xwe li hemberî sîxûrên dewletê biparêzin, em ê çawa xwe ewqas li ser piyan giritin?’’ ZEMÎNÊ DIYALOGÊ WEKE ZEMÎNÊ TASFIYEKIRINÊ HATE NIRXANDIN Karayilan destnîşan kir ku kanalên diyalogê weke zemînê tunekirinê hatin dîtin û wiha berdewamkir; “Heta niha dewlet û hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêyên diyalogê, tu polîtîkayên teqez û bi biryar, pêş nexist. Lê dîsa jî gelek caran dest bi amadekirina zemînê diyalogê kirine. Lê mixanbin dewleta Tirk her tim van zemînên diyologê ji xwe re bi kar tîne û vê yekê ji bo lewazkirin, mijûlkirin û tunekirina aliyê Kurdan nirxandiye.” ME NE BI MÎT’Ê RE, BI DEWLETÊ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ Karayilan destnîşan kir ku hin aliyê din nava dewletê de diyalogê dixwazin jî hene. Karayilan ragihand ku hevdîtinên ku gihiştin asta hevdîtin fermî yên Osloyê ji bo wan pir girîng û hêja bûn û got; “Dewleta Tirk vê yekê weke hevdîtinên PKK û MÎT’ê dibînin, heta niha hin siyasetmedarên Kurd jî wisa dibêjin, lê me ne bi MÎT’ê re bi dewletê re hevdîtin pêk ahiye. “ Karayilan destnîşan kir ku ew pir bi hesas û nazikî nêzî hevdîtinên Osloyê bûne û got; “Ji bo serkeftina hevdîtina tişta keste ser milê me, me pêk anî. OPERASYONÊN KCK’Ê WEKE XENCEREKÊ LI PÊVAJOYÊ KETIN Karayilan diyar kir ku hevdîtinên Osloyê di sala 2008 de dest pê kirin û piştî wê salekê di nîsana 2009 de operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan hate destpêkirin. Karayilan got; “Me pêşî got ev operasyonên di bin navê KCK’ê de dînamît dixin binê pêvajoya diyalogê” û destnîşan kir ku tişta bû sedema bidawîbûna diyalogan operasyonên di bin navê KCK’ê yên ku weke xencereke li pêvajoyê ketin bû. Karayilan got; “Destwerdanên kûr û ciddî li hemberî pêvajoya diyalogê pêk hatin. Ev feraset ji xwe re tenê şer esas digire. Tişta ku rê li ber vê vekir, zîhniyeta AKP’ê ye. Ji ber ku AKP li pêvajoya diyalogê nebû xwedî.’’ ALIYÊ NAVNETEWEYÎ JÎ HEYE’ Karayilan destnîşan kir ku destwerdanên kûr û ciddî li hemberî vê pêvajoya diyalogê hebûn got; “Ev yek tê wateya feraseta şer a li hemberî diyalogê. Hem aliyê şerê navxweyî yê di navbera hin aliyên di nava sîtema dewletê de heye, û him jî aliyê navneteweyî heye. Mirov nikare ji hev du cûda binirxîne. Ji ber wê jî aliyê neteweyî û navneteweyî mudaxele kirin. Divê civaka Tirkiyeyê vê rastiyê baş bibîne.” Karayilan diyar kir ku oeprasyonên di bin navê KCK’ê de hatin destpêkirin weke îlankirina şerek topyekun li hemberî pêvajoya diyalogê bû. AKP XWE LI DIYALOGAN NEKIR XWEDÎ Karayilan got; “Tişta ku rê li ber vê vekir, zîhniyeta AKP’ê ye. Ji ber ku AKP li pêvajoya diyalogê nebû xwedî. Got “dewlet hevdîtinan dike”. Nayê zanîn ev dewlet kî ye, çi ye.” Karayilan destnîşan kir ku AKP bi awayeke ji dil û sammî nêzîkê çareseriya pirsgirêka Kurd nebûye û dibêjin ew ê çareser bikin lê tu guheritnên pêwîst ên qanûnî çênake.” Karayilan bal kişand ku AKP li aliyekê dibêje ku wê li dest bi pêşîlêvekirina demokratîk vekiriye, lê li aliyên din jî operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Kurdan erê dike. Karayilan destnîşan kir ku AKP’ê heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu guhertinên qanûnî nekiriye û got; “Mînak TRT 6 heye. Gelo zemînek qanûnî yê TRT 6 heye. Nexêr. Tune. Di rastiyê de kesên ku li hemberî endamên MÎT’ê yên beşdarî hevdîtinê bûne, lêpirsîn dane destpêkirin, dikarin sibê doza girtina TRT 6, ne tenê girtina wê, dixwazin li dijî axaftina bi Kurdî, karanîna tîpên Q, W û X’yê jî doz vekin.” Karayilan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek siyasî û civakî ye û diyar kir ku qanûn û hiqûq dewleta Tirk li ser esasê înkara vê pirsgiriyê hatine amadekirin. Karayilan got; “Bi gotineke din hiqûqa dewleta Tirk, hiqûq mêtîngeriyê ye” û destnîşan kir ku ger di çareserkirina pirsgirêka Kurd de guhertina qanûna esas neyê girtin, dê her tim bibe hedefa vê hiqûqa mêtîngeriyê. HEDEFA OPERASYONÊN MÎT’Ê NE ERODGAN E Karayilan bal kişand ser nirxandinên ku dibêjin “operasyonên li hemberî MÎT’ê di rastiyê de Erdogan dikin hedef” û got; “Ez bawer nakim ku Erdogan bikin hedef. Ger Erdogan bikiriba hedef, dê ev hewldan ji derve pêk bihata, lê ev yek ji nava sîstemê bi xwe hat.” Karayilan destnîşan kir ku her kes baş dizane ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd û got; “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtinên li Osloyê bi tevgera me re pêk hatin tişteke pir rewa ye. Ev yek tê wê wateyê pirsgirêk ne bi xwînê, bi diyalogê çareser dibe.” Karayilan diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji 14’ê tîrmehê ve dest bi şerek topyekun kiriye û diyar kir ku saziyên daraza dewletê ji vê yekê cesaret digirin, daraz û hêza li pişt wê tiştên wiha dikin. Karayilan got; “Berpirsyarê vê yekê jî AKP’ya ku zemîneke wiha afirandiye.” NAME JI KU HATIN BIDESTXISTIN? Karayilan bal kişand ser operasyonên di bin navê KCK’ê de têne meşandin û rojane di encama wê de bi dehan siyasetmedarên Kurd têne girtin û destnîşan kir ku ji vir dixuyê ku mudaxeleyeke kûr heye û aliyê vê yê navneteweyî jî heye. Karayilan wiha berdewam kir; “Ez dixwazim li vir balê bikişînim ser çend tiştan; Polîsan gotin ku wana nameya destnivîsa Rêbertiya me ji avahiya BPD’ê ya Amedê “bi dest xistiye”, lê ne name û ne jî belgeyên din ji aliyê me ve nehatine zêdekirin û derbasî nava sînorên Tirkiyeyê nebûne. Tenê kopiyek a van belgeyan heye ew jî di bin kontrola me de ne. Teqez , polîsan di operasyonên di bin navê KCK’ê de tu belgeyan bi dest nexistiye û wana bi xwe daniye wir. Jixwe Rêzdar Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxuyanî da. Ger Serokwezîr û AKP di vê mijarê de cidî bin û dixwazin li hemberî van kesên ku vê yekê kirine bibin xwedî helwest, divê vê vana aşkere bikin.” Karayilan diyar kir ku nameya Ocalan û belgeyên din jî ji arşîvên MÎT’ê hatine girtin. ÇAVTIRSANDIN E Karayilan der barê hewldanên li hemberî Hakan Fîdan de jî got; “ Dixwazin bi vê yekê pêvajoya diyalogê bi temamî bigirin û her wiha ev yek ji bo hewldanên ji bo diyalogên ku piştre pêk bên çavtirsandinek e.” LI TIRKIYEYÊ PERGALEK XWE BI NAVÊ KCK’Ê RÊXISTIN KIRIYE, TUNE Karayilan bal kişand ser îdîayên ku dibêjin MÎT ketiye nava KCK’ê û got;“Li Tirkiyeyê pergalek ku xwe bi navê KCK’ê bi rêxistin kiriye, tune ye. Lê dibe endamên MÎT’ê ketibin nava hin saziyên legal û aşkere yên Kurdan. Lê gotinên ku dibêjin MÎT, KCK’ê bi rê ve dibe, evane derew û pûç in. Gelo ger em nekarin xwe li hemberî sîxûrên dewletê biparêzin, em ê çawa xwe ewqas li ser piyan bigirin?’’ NÛKURD - ANF Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|