Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu piştî li dîmenên komkujiya Roboskiyê yên ji aliyê Heronê ve hatibû kişandin temaşe kir, bersiv da pirsa “Gelo di dîmenan de diyar dibû ka gerîla ne an jî qaçaxçî ne?” ya ANF’ê û got; “Ev diyar bû. Mirov dikare ji hev derbixe. Tiştek bi navê reftar heye. Wateya reftaran heye. Jixwe beriya her tiştê baş tê dîtin ku li ser sînor, mal bi hev diguherin. Li aliyekê 8 qemyon û li aliyeke din jî hêstir hene. Li aliyekê mal tînin, li aliyê din jî li hêstiran siwar dikin.”
TENÊ PIRSEK MAYE
Kurkçu got; “Gundiyên Roboskiyê çi ji me re gotin, heman tişt di dîmenan de jî hebû. Ewqas dişibin hev… Jixwe dema min ji gundiyan bihîst jî tu gumanên min tune bûn. Me carek din heman tişt dîtin. Hedef nîşan dane û 4 caran bombebaran kirine. Niha tenê pirsek maye. Kê vê biryarê da? Çima da? em li bersiva van pirsan digerin.”