Parlamenterê Amedê Şerafedîn Elçî diyar kir ku pirsa Kurd pirsekî pir mezine û ji ber ku gelek deshilatdariyan ev pirs çareser nekirin têkçûn û AKP jî wê bi heman pêvajoyê bê tecrûbekirin. Elçî diyar kir ku li herêmê di nava BDP û dewletê de reqabetek heye.
Şerafedîn Elçî beşdarî bernameya ‘Soz Sende’ ya kanala Haberturk ê bû û bersiva pirsên Balçiçek İlter da. Elçî derbarê Serokê berê yê PSK’ê Kemal Burkay de diyar kir ku Burkay li dijî PKK’ê ne mûxalifetê, belkî dijmintiyê dike.
Elçî wiha pêdeçû: “Ger tu bixwazî hêzekî ber bi xalekê ve bibî, divê tû vê bi dijmintî û dijberiyek berdewam nekî. Ne mûxalefetê dijmintiyê dikin. Ronakbîrên wekî Kemal Burkay difikirin ku çendî dijûnan bêjin PKK’ê û êrişî wan bike, wê ewqas qezencan bi dest bixin.”
Şerafedîn Elçî diyar kir ku her dibe ku bixwazin ji hinek çînên gel û hinek kesên di nava dewletê de hinek tiştan qezenc bikin; “Lê asta têgihiştina gel bilinde, hişyare... Ji ber vê yekê di hilbijartinê de bi coş pêşwazî li me kirin. Em ji bo çareserî û aştiyê şandin Enqereyê.”
Parlamenterê Amedê destnîşan kir ku dewletê 16 hezar kes bê dadgehkirin kuştin, tû wan nabîne û li meclisê li pey 100 kesên ku PKK’ê kuştine dikevî; “Dewlet bi hemû hêza xwe bi ser Kurdan ve tê û bi bihaneya PKK’ê her tiştê dike. Gelek kesên ku peywendiya wan bi KCK’ê ve nîne, hatin girtin.”
Şerafedîn Elçî diyar kir ku tû dibê qey dixwazin hewayekî wisan bi afirînin ku dewlet bi hertiştê xwe ji bo aştî û çareseriyê amade bû û ji ber PKK’ê çênebû derbêxin; “Lê rastî ne eve. PKK û em jî ji bo aştiyê lava dikin. PKK tenê aştiyekî bi rûmet dixwaze. Gotinên bila werin teslîmê edaleta dewletê bibin, nayên pejirandin. Ger projeyek dewletê heye, bila bêjin û em jî wê bibin navbeynkar. Me ev yek ji Serokkomar (Abdullah Gul) re jî got. Ger projeyekî dewletê ya ji bo çareseriyê nebe, emê çawa çekan bi PKK’ê bidin berdan. Lê ger li holê projeyek hebe, em û hinek kesên din jî wê bikevin dewreyê û me wê dest bi hewldanên ku encamê bigrin bikira.”
Di navbera BDP û dewletê de reqabet heye
Parlamenterê Amedê Şerafetîn Elçî bilêv kir ku di bingehê reqabeta AKP-BDP ya li herêmê de (Bakurê Kurdistanê), di navbera BDP ligel AKP’ê û BDP ligel dewletê reqabet heye. Elçî destnîşan kir ku civaka Kurd civakekî mezin û feqîre, dibe ku ji nava wan hinek kes derkevin û bixwazin ji derfetên dewletê sûd wergirtin û ev jî tiştekî hêsane; “Lê li herêmên ku piraniya wan Kurd û bajarên bandorê li ser herêmê dikin, BDP bi hêz e.” (Rûdaw)
Nûkurd tevahiya axaftina Şerafetîn Elçî di vîdyoya jêr de diweşîne: