Serokê Partiya Kerên Kurdistanê dibêje ku deriyê endamtiya partiya wan ji biyaniyan re vekiriye û ta niha çar endamêm wan yên Bangladeşî jî çê bûne.
Li gorî Xendanê, Serokê Partiya Kerên Kurdistanê Umer Gilol ragehand ku deriyê endamtiya partiya wan ji biyaniyan re jî vekiriye û weha berdewam kir: “Li ba me cudahî di navbera netewe û regezan de nîne û hemêza me ji her kesî re vekiriye.”
Gilolî wiha got: “Her çixwas partiya me li Kurdistanê ye jî, lê endamên me yên Ereb pir in û gelek kes ji Bexdadê de peywendiyan bi min re dikin.”
Her weha Gilolî da zanîn ku: “Çar endamên wan yên Bangladeşî hene û deriyê endamên nû vekiriye.”
Di dawiya axiftina xwe de, serokê partiya keran ragehand ku ta niha endam û alîgirên partiya wan gihîştine 12 hezar kes.