Şandeya BDP’yê ya dixwaze ku bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re jî hevdîtinê pêk bîne, gihişt Hewlêrê.
Şandeya ku ji Parlamenterên BDP’yê yê Wanê Ozdal Uçer, ya Qersê Mulkiye Bîrtane, yê Edeneyê Mûrat Bozlak pêk tê, îro gihiştin paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Di hevdîtinên şandeyê yên bi nûner û partiyên herêmê re dê rewşa Kurdan a dawî, pêşkeftinên di doz û meseleya Kurd de derdikevin pêş û xebatên ‘Konferansa Neteweyî ya Kurd’ bên gotûbêjkirin.
Tê payîn ku şandeya BDP’yê di serî de nûnerên payebilind ên PDK, YNK û Tevgera Goran dê gelek pêwendî û hevdîtinan pêk bîne. Her wiha şandeyê di çarçoveya şandeyê de ji Mesûd Barzanî jî daxwaza hevdîtinê kiribû. Tê gotin ku şande ji bo dem û dîroka ‘Konferansa Neteweyî ya Kurd’ bi Barzanîn re gotûbêjan pêk bîne. Nehat zanîn ku dê hevdîtina bi Barzanî re kengê pêk bê.