Heyeta KCD-BDP ku ji Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hevserokê BDP’ê Selaheddîn Demîrtaş, parlementerên BDP’ê Nazmî Gur, Sirri Sakik, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD’ê Cabbar Leygara pêk tê, vê sibehê saet 9.30’an Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ziyaretkirin. Heyet bi girseyek qelebalix hat pêşwazîkirin
Heyeta KCD-BDP li Navenda Çand û huner a Mexmûrê derketin pêşberî gel. Hevserokê KCD Ahmet Turk axaftinek kir. Di axaftina xwe de Turk ji bo pêşwazîkirinê gel spas kir.
Her wiha Ahmet Turk li ser hewldanên yekîtiya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman û got: “Di vê pêvajoyê de wê gelê Kurd xwedî biryar û maf be.”
Di heman demê de Ahmet Turk bal kişand ser Tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Hikûmeta AKP’ê naxwaze pirsgirek bi diyalogê çareser bibe. Lewma vê tecrîdê berdewam dike. Lê tu hewdanên hikûmeta AKP’ê encam nagirin.”
Piştî axaftina Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, heyet çû Serdana Saziya Malbatên Şehîdan, serdana konê sersaxî yê ku ji bo fermandarê HPG’ê Hemza Şirnex hatibû vedan. Paşê jî çûn konê sersaxiyê yê ji bo biraziyê Şaredarê Wargehê Ahmed Ozer hatibû vedan. Heyet piştî wan serdanan carekedin vegeriyan Hewlêr.