Serdanên şandeya KCD û BDP'ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'ê Nazmî Gur û Sirri Sakik û Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Cebbar Leygara pêk tê, piştî duh beşdarî Konferansa Komara Kurdistanê ya Mehabadê hate lidarxistin bûn, dest bi hevdîtinên li gel rayedarên Başûrê Kurdistanê kir.
Şandeya BDP-KCD’ê, duh di demjimêrên danê êvarê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Lê belê hate zanîn ku konferansa yekitiya neteweyî, rewşa Kurdan li her çar parçeyan mijarên sereke yên vê hevdîtinê bûn.
Şandeyê piştre bi Serokwezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih re jî hevdîtinek pêk anî û hate diyarkirin ku di hevdîtinê de heman mijar hatin gotûbêjkirin. Hate zanîn ku şadeya BDP-KCD bi konsolosê Franse yê Herêma Kurdistanê re jî hevdîtinek pêk aniye.