Zarokekî ku emrê wî 38 roj bû di nava malbateke çemçemalî da ji ber sedema sirê canê xwe ji dest da.
Egerê vê çendê hate xwuya kirin ku ev malbat ev 15 roj in ku petrola wan ya bo şewatê tune.
Li gorî Sbeiy, bavê zarokî xwuya kir ku ji ber nebûna petrolê û hejariyê mûmkin e ew jî canê xwe ji dest bidin; her weha da diyar kirin ku eger hikumeta herêmê alîkariya wan neket ew jî ji ber sermayê dimirin.
Lê rêveberê fermangeha çavdêriya xizanê li çemçemal jî xwuya kir ku ew berpirs nîn in ji vê rûdanê; ji ber ku mûçe(miaş)a vê malbatê heye li fermangehê, "Ev malbat bêyî riza me di vî cihî de dimînin, me çend car jî ji wan re got, lê ji ya me nekirin..."
Asos Necîb ê Wezîra Karûbarên komelayetî di derbareyî vê bûyerê de got ku wan lijneyeke taybet amade kirine bo ku bûyerê lêkolîn bikin.