Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi awayeke fermî dest ji peywira xwe ya Serokwezîtiyê kişand û cihê xwe ji Alîkarê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî re hişt.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih di nameya destjikarkişandinê ya ji Serokê Herêma Kurdistanê pêşkêşê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Barzanî îstîfayê qebûl kir û postê serokwezîrtiyê dewrê Nêçîrvan Barzanî kir.
Nêçîrvan Barzanî niha wezîrên hikûmetê amade dike bo ku pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bike.
Piştî ku hikumeta Herêma Kurdistanê hat avakirin, Nêçîrvan Barzanî bibû serokwezîrê yekem yê Herêma Kurdistanê. Di 1’ê Îlona 2009’an de Dr. Berhem Salih hatibû cihê Barzanî.