Heyeta BDP'ê ya ji parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Mulkiye Bîrtane û Murat Bozlak pêktê dê serê sibatê biçe Hewlêrê.
Heyeta BDP'ê dê di ziyaretê de rewşa dawî ya kurdan, geşedanên pirsgirêka kurd û xebatên "Konferansa Neteweyî ya Kurd" bigirin dest.
Heyeta BDP'ê, dê bi nûnerên PDK, YNK' û Tevgera Goran re hevdîtina bikin. Heyeta BDP'ê di çarçoveya ziyaretê dê ji Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Mesut Barzanî randevuyê bixwaze. Hate zanîn ku heyet dê di hevdîtina bi Barzanî re têkildarî dîroka "Konferansa Neteweyî ya Kurd" demê bixwazin.
Di ziyaretên berê yên li Hewlêrê hatin kirin de ji bo "Konferansa Neteweyî ya Kurd" di serê sala 2012'an de bê kirin xebatên erênî hatibûn kirin.