Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan ya Meclisê ji bo Komkujiya Gundê Roboskiyê ku tê de 34 gundî ji aliyê balefirên artêşa Tirk ve hatibûn qetil kirin lêkolîn bikin, hatin gundê Bêcuha navçeya Qilebana Şirnexê.
Şanda ku ji Serokê Komîsyonê û parlamenterê AKP'a Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun, Parlamenterê BDP'a Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, endamên komîsyonê yên AKP, CHP, MHP'ê û sermufetîşê mulkiyê pêk dihat serê sibê bi helîkopterekê hat qada komkujiyê destpêkê bi riya hewayî lêkolîn kir û piştre jî çû Fermandariya Tugaya Bêcuhê.
Şande piştre bi wesayîtan çû mala Sadik Almayê ku di komkujiyê de kurê xwe winda kir. Welatiyan diyar kirin ku, heke bûyer neyê ronî kirin hatina we bê wate ye. Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun bi welatiyên ku di destê wan de daxwaznameyên ku bûyer neyê zelalkirin ew tazmînatan nagirin hene re axivî û diyar kir ku, ew ji bo bûyerê zelal bikin hatin û dê li Qilabanê lêkolîneke berfireh bikin.
Ustun, anî ziman ku sedema hatina wan ewe ku bûyerê bibin meclisê û xebatên wan bi vê yekê bisînor namînin. Ustun, da zanîn ku malbata dixwaze dikare bê meclisê û bi komîsyonê re hevdîtin bike.
Piştî daxuyaniyê şande derbasî mala Alma bû û bi welatiyan re hevdîtin pêk anî. Hate zanîn ku jinên wêneyên zarokên xwe yên jiyana xwe jidest dan hilgirtin jî dê bi şandê re hevdîtinê bikin.