|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
ROBOSKÎ: Mewlîd hate xwendin!NÛKURD - ŞANDEYA JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ BEŞDAR BÛ...
Li gundê Roboskê yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji bo 34 welatiyên di bombebarana balafirên şer ên tirk de jiyana xwe ji dest dan mewlîd hate dan. Mewlîd li konê şîniyê yê gund hate dan bi hezaran kes tevlîbûn.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Endama MYK'ê ya BDP'ê Yildiz Aktaş, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Sondak, serokên rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredarên herêmê û gelek kesên din li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê hatin cem hev û ber bi gundê Roboskiyê ve bi rê ketin. Demîrtaş û heyeta pê re di ketina gund de ji aliyê malbatên zarokên xwe windakirin ve hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de çepik, tîlîlî û slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. Demîrtaş û heyeta pê re ji wesayîtan hatin xarê û bi xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan re hatin cem hev. Dayîka ku di komkujiyê de zarokê xwe winda kir hate cem Demîrtaş û wiha got: "Serê hemû gelê kurd saxbe. Tenê zarokê min na zarokê gelê kurd bû. Em dê bi hev re hesaba vê wehşetê bipirsin." Di pêşwazîkirinê de demên hestiya hatin jiyîn û Demîrtaş yek û bi yek destê dayîkan ramusî. ŞANDEYA JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ BEŞDAR BÛ Piştî pêşwazîkirinê Demîrtaş û heyet derbazî kon bûn. Heyeta ji Herêma Kurdistanê hat ya di nav de Şaredarê Helepçe Kawestan Akrawan, Serokê Sendîkaya Şehîdên Helepçe Loqman Abdulkadîr û endamên Meclîsa Şaredariya Helepçe jî tevlî mewlîdê bûn. Piştî rêzgirtinê pankarta wêneyên 34 kesên jiyana xwe ji dest dan û nivîsa "33 guleya Erdogan, 38 Dêrsîm, Zîlan, Agirî, îro jî Qilaban, Qatîl Erdogan" nivîs hate daliqandin. Di mewlîdê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Sondak axivî û wiha got: "Serê gelê kurd sax be. Em dê hesaba vê bûyerê bipirsin." Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demîrtaş jî axivî û got, "Ji bo ku me 34 ciwanên xwe ji bîrnekirine em li vir in" û wiha got: "42 roje tiştên li vir hatin jiyîn yek dayîk dizanin yek jî kesên heskirina mirovan di dilê wan de heye dizanin. Roja komkujiyê çapemeniya tirk 12 saetan guh û çavên xwe ji vê yekê girtin. Em vê dewletê baş dinasin. 90 salin komkujiyan dike û pişt re jî vedişêre. Gelê kurd bi hêza xwe ya reva li dijî van komkujiyan parastina xwe kir. Gelê kurd tenê û bêxwedî nîn e." 'BÛYERA KIRYAR NEDIYAR NÎNE BERPIRSIYAR AKP YE' Demîrtaş, bal kişand ser lêkolîna komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û wiha axivî: "Piştî 40 rojan komîsyona lêkolîn hat lêkolîn kir. Ji bo lêkolîn ferman ji Enqere hat. Lê me di serî de got berpirsiyarê komkujiyê AKP ye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi tazmînatan rûmêt û vîna mirovan bigire. Hikûmeta AKP'ê heqareteke gelek mezin li kurdan kir. Ev bûyerek kiryar nediyar nîn e berpirsiyarê siyasî yê bûyer AKP ye. JÎTEM û kontrgerîl ev dikirin. Ergenekon jî û AKP jî heman tiştan dikin. Me ji vê zilmê re got raweste. Bedelê wê çibe bila bibe em dê hesabê bipirsin." 'KESÊ TIRSA XWENDÊ DI DILÊ WÎ DE HEBE DIKARE HEQARETÊ LI ZIMANÊ KESEK DIN BIKE?' Demîrtaş, axaftina xwe wiha berdewam kir: "AKP ji bi hinek kesan dibe ku şirînahiya sêvê be lê ji me re darê kizilcikê ye. Dibe ku ji hinek kesan re taca ser be lê ji me re bilî zilmê tu tişt nîn e." Demîrtaş, bertek nîşanî daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên "Kurdî zimanê şaristaniyê nîn e" da û wiha pê de çû: "Berdevkên AKP'ê rabûn dibêjin kurdî zimanê şaristaniyê nîne û kurdî hemdem nîn e. Vî gelî hebûna xwe ji hemû cîhanê re isbat kir. Hinek kes jî radibin heqaretê li zimanê kurdan dikin. Tu eleqeya van bi ol, îman û mislimantiyê tuneye. Kesê tirsa xwedê û heskirina mirovan cem hebe heqaretê li zimanê keseke din nake." Demîtaş, bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ev zilm kirin dê hesabê bidin. Çawa serokwezîr bang li Esad dike û jê re dibêje 'zilmê li gelê xwe neke' Em jî li Roboskiyê bang li wî dikin tu jî zalimekî zilmê li kesên sivîl dikî û komkujiyan dike yî. Tu serokwezîrekî hesaba van tiştan napirsî yî. Heke tu hesaba vê komkujiyê nepirsî ev gel dê hesabê ji te bi pirs e. Em pêşiya vê bûyerê bernadin bila dilê we rehet be. Kesên li vir hatin qetilkirin zarokên vî gelî bûn. Em hemû gelê kurd li cem gelê Roboskê ne." Piştî axaftinan bi kurdî mewlîd hate xwendin. NÛKURD - ANF Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|