Piştî parlementerên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem kirin parlementerên BDP'ê û Eniya Ked û Demokrasiyê jî dê 2 rojan dest bi girevê bikin. Parlementer dê ji bo pirsgirêk bi rêya muzakere û diyalogê çareser bikin dê sibê dest bi çalakiye bikin. Parlementer dê berdilkên li ser "Çareserî di diyalogê de ye" û "Çareserî di muzakereyê de ye" hatiye nivîsandin li xwe bikin.
Parlementerên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz açalakiya gireva birçûbûna bêdem û bêdorveger ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin, operasyonên siyasî û leşkerî û komkujiya li ser gelê kurd berdewam dikin şermezar bikin, dane destpêkirin. Parlementerên BDP'ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê jî bi armanca piştgiriyê bidin Irmak û Sariyildiz, dê li navenda giştî ya BDP'ê 2 rojan têkevin gireva birçûbûnê.
'NE ŞER Û TECRÎD, MUZAKERE Û AZADÎ’
Parlementerên BDP'ê û Eniya ked, demokrasî û azadiyê dê sibê û dusibe li salona civînê ya Navenda Giştî ya BDP'ê dest bi gireva birçûbûnê bikin. Dê li salona çalakiyê pankarta "Ne şer muzakere, ne tecrîd, azadî" bê daliqandin. Disa parlementerên BDP'ê û eniyê dê berdilkên li ser "Çareserî di diyalogê de ye" û "Çareserî di muzakereyê de ye" hatiye nivîsandin li xwe bikin. Parlementer dê ji destpêka çalakiyê heta dawîyê li Navenda Giştî ya BDP'ê bin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlementera Amedê Leyla Zana, Nazmî Gur Sirri Sakik ku li Hewlerê ne, dê li gorî bernameya wan a Hewlerê tevlêbûna wan a çalakiyê berdewam bike.