Dozgerê Komara Tirk ê navçeya Bazîda Agiriyê Hakan Kiliç, li kolanên navçeyê li rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, dozgerê Bazîdê Hakan Kiliç, ji bo kirîn-firotinê çûbû Şeqama Îsmaîl Beşîkçî û li rastî êrişeke çekdarî ya ji aliyê hin kesên nenas ve hate birîndarkirin. Piştî bûyerê gelek polîs û cendirme hatin cihê bûyerê.
Ji bo dermakirinê dozger Kiliç, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.