|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Kongreya Neteweyî di biharê de pêk tê?NÛKURD - Demek dirêj e ku yek ji mijarên herî girîng ên di rojeva Kurdan de...
Demek dirêj e ku yek ji mijarên herî girîng ên di rojeva Kurdan de “Kongreya Neteweyî” ye. Heta niha, niha hemû partî, rêxistin û saziyên Kurdan dixwazin kongre di demek pir zûde bê kirin. Bi taybet ji ber guhertinên li Rojhilata Navîn, gotûbêjên der barê kongreyê de geştir bûn. Di vê demê de daxwazek hevpar a Kurdan heye; “Divê di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de statûyek a Kurdan hebe.” Daxuyaniyê hemû aliyên Kurdan di vî warî de ne. Ji bo çareseriya vê yekê jî tişta herî girîng “Kongreya Neteweyî” tê dîtin. BDP, hêvîdar e ku kongre di demsala biharê de pêk bê.
Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û Parlementerê BDP'ê yê Edene Murat Bozlak, di çarçoveya xebatên "Kongreya Neteweyî ya Kurdan" de li Başûrê Kurdistanê serdan pêk anîn. Têkildarî gera herêmê li ser navê şandê Ozdal Uçer ji DÎHA'yê re axivî û anî ziman ku hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê der heqê yekîtiya kurdan de gotinên wan hebûn û wiha axivî: "Hemû kurd ji bo kurdên li 4 perçeyan dijîn daxwazên hevpar anîn ziman. Wekî tê zanîn Parlamentoya Kurd li sirgûnê xebatan dike. Aliyê wê yê sazîbûn KNK ye. Lê ji bilî vê partiyên li Kurdistanê xebatan dikin BDP, KCD, PDK, YNK, HAK-PAR, KADEP, Goran, PÇDK û gelek partiyên din ên siyasî hene" EM XEBATÊN YEKITIYA NETEWEYÎ GIRÎNG DIBÎNIN Uçer, da zanîn ku ew banga Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ya ji bo "Konferansa Neteweyî ya Kurd" di sala 2012'yan de kom bibe erênî dibînin û wiha pê de çû: "Em bangên ji bi yekîtiya kurdan tên kirin girîng dibînin. Em weke KCD û BDP piştgiriyê didin van hewildanan. Ji ber vê yekê em çûn Herêma Federal a Kurdistanê hinek ziyaret pêk anîn. Em bi nûnerên 17 partiyên siyasî re civîyan. Ji ber dema me zêde tune bû me hinek partî ziyaret nekirin." Uçer, bilêv kir ku di hevdîtinan de gotinên li ser girîngiya yekîtiya kurdan bandor li ser wan çêkir û wiha axivî: "Tu partî li dijî kongreyê derneketin. Hemû partiyan ji bo yekîtiya kurdan girîngiya kongreyê anîn ziman. Me jî li ser vê yekê bal kişand ser girîngiya tevlêbûna hemû partiyên a kongreyê. Divê hemû kes di bin siya vê yekîtiyê de bivivin. Divê her kes bê şert beşdarî yekîtiyê bibe. Em rast nabînin ku PYD partiyên din ên Suriyê û Îran li dijî kongreyê bên girtin." 'DIVÊ KONGRE MECLÎSÊ SAZ BIKE Uçer, destnîşan kir ku ji bo yekîtiya kurdan peywireke mezin dikeve ser milên partiyên mezin ên li Kurdistanê. Uçer, derbirî ku divê bi helwesta hemû kesî hembêz bikin tev bigerin. Uçer, li ser girîngiya meclîsê jî rawestiya û xwest kurd meclîseke neteweyî ava bikin. Uçer, da zanîn ku di ziyaretan de gelek kesan diyar kir ku ji bo kongreyê dereng man û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Kurd bi hezaran salin dereng dimînin. Ji ber ku sedsal sal derbas bûn hêj kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neaniye divê bi lezgîn pêk bê." ÇIMA EV BIHAR NEBE BIHARA KURDAN Uçer, bilêv kir ku di hevdîtinan de dem gelek caran hate rojevê û wiha berdewam kir: "Me ji bo hemû yekîtiya kurdan Newroz pêşniyar kir. Me xwest di mehên biharê de kongre pêk bê. Me diyar kir ku divê li gorî vê yekê amadekarî pêk bên. Çima ev bihare nabe bihara kurdan? Ji xwe Newroz yekîtiya kurdan pêktîne. Çima Newroz şahdiya Kongreya Neteweyî Kurd neke? Çima gelê kurd di vê biharê de çoşa yekîtiyê ne jîn?" ‘DIVÊ KURD BIBIN XWEDÎ STATÛK’ Uçer, xwest ji bo yekîtiyê Komîteya Amadekar bê avakirin û di mehên biharê de dest bi amadekariyan bikin û wiha got: "Di gera me de derket holê ku çavê kurdan li kurdên bakur e. Li vir 25 milyon kurdê çalak heye. Li ber çavê dewletan statuyeke wê nebe jî hêzeke civakî ye. Ev yekê jî heviyê dide hemû kurdan. Me ji partiyên wir re got divê hemû partiyên kurdan ên perçeyên din jî xwedî statuyekê bibin. Divê kurd li 4 perçeyan bi vîna xwe xwedî statuyekê bibin. Li Başurê statuyeke Federal heye. Tenê li vî perçeyî statu heye. Me jî li Tirkiyeyê statuya Xweseriya Demokratîk xwest. Em dixwazin ev yekê di makezagonê de bê parastin. Hevî dikim ku em dê di vê têkoşînê de ser bikevin. Kurdên li bakur Xweseriya Demokratîk îlan kirin. Êdî pêvajoya înşayê dest pê kir." 'KONGREYA PKK TEVLÎ NEBE YEKÎTIYÊ PÊK NAYNE' Uçer, anî ziman ku di hevdîtinên bi partiyan re kirin hemû partiyan got divê ji bo yekîtiyê hemû kes tevlî bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hemû partiyan got, heke PKK li dijî kongreyê bê girtin kongre nayê wateya kongreya neteweyî. Em jî wisa difikirin. Heke PKK tevlî kongreyê nebe wê demê kongre wateya xwe ya kongreya neteweyî winda dike. Hemû nûnerên partiyan jî bi axkere ev yek anîn ziman." Uçer, anî ziman ku wan di gerê de komkujiya Roboskî, operasyonên siyasî û gelek mijarên din jî anîn rojevê. BARZANÎ: KONGRE DÊ ÎSAL BÊ SAZKIRIN Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Kongreya Kurdên Sûriye ya li Derveyê Welat’ ya ku di 28’ê Çile de li Hewlêrê hate lidarxistin diyar kir ku divê Kurd li Sûriyeyê konseyeke neteweyî ava bikin û got; “Îsal li Hewlêrê kongreya partiyên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê tê sazkirin.” BAYIK: DIVÊ HER KES BEŞDAR BIBE Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna di 7’ê sibatê de dabû ANF’ê de gotibû; “Gotina Mesûd Barzanî ya ‘Em ê kongreya neteweyî îsal pêk bînin’ girîng e. Jixwe ev yek daxwaza me bû. Nêzîkatiyên bi vî awayî erênî hebûn. Ji ku ber kongreyeke wiha pêk bê, divê rêxistinên diyar ên Kurdistanê beşdar bibin. Çawa ku Kongreyek ku PKK beşdar nebe, nabe Kongreya Neteweyî, wisa jî ger PDK, YNK, an jî li Rojhilatê Kurdistanê PJAK beşdar nebe, nabe kongreyekî neteweyî. Kogre kongre dê ji bo berjewendiyên hemû parçeyan û helwestek hevpar û strajiyeke hevpar diyar bike.” DEMÎRTAŞ: HÊVÎDAR IN DI NÎSANÊ DE PÊK BÊ Hevserokê BDP’ê Demîrtaş jî di 4’ê sibatê de, der barê xebatên wan ên ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdan de jî got; “Di rastiyê de ev çend sal in em ji bo vê yekê hewl didin. Lê mixabin rêxistinên din ên Kurdan bi qasî tê xwestin hewl nadin. Ji ber ku heta niha konferansa Kurdan pêk nehatiye, ev yek xeletiyeke pir mezin e. Niha çarenûsa Kurdan tê diyarkirin, hêzên navneteweyî projeyên xwe yên li ser Kurdan dixin meriyetê, ger Kurd di vê demê de yekitiya xwe çênekin, dê ev firsenda dîrokî ji dest wan biçe. Berpirsê vê yekê jî dê rêxisitnên Kurd ku piştgirî nedin vê konferansê bin. Em tişta ku dikeve ser milê me pêk tînin. Me gelek caran hevdîtin pêk anî. Me bi xwe bi Serok Barzanî û Serokomar Talabanî re hevdîtin pêk anî. Heta niha negotine “bila pêk neyê”. Lê heta niha ji bo pêkhatina konferansê jî tu pêngavên berçav nehatine avêtin. Niha jî şandeyek me li Başûr e. Em hêvî dikin ku dê konferans di meha nîsanê de pêk were.” NÛKURD - ANF Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|