Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Hinek kes radibin dibêjin ‘PKK’ê em tehdît kirine’. Di xwazin bi vê yekê rantê bikin. Em tu kesî tehdît nakin. Kesên ku van tiştane dibêjin, di çarçoveya projeya dewletê de tevdigerin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji Newroz Tv re axivî û wiha got, "Pir kes hene dixwazin em navê wan zikir bikin û rexne bikin û piştre jî biçin rant bikin û bêjin ‘PKK’ê em tehdît kirin, ka rê bidin me’. Di daxwazin bi vê rêyê xwe bigihînin armanca xwe. Beriya vê ez axivîm, min navê kesekê negot. Lê hinekan girte ser xwe.
Tekoşîna azadiya Kurdistan gihiştiye qonaxeke pir girîng. Di warê bîrdozî, siyasî, civakî di her warî de em li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk di nava tekoşînê de ne. Em baş dizanin ku bi pêşengiya AKP û Cemeeta Gulen rêbazên nû bimeşînin û dixwazin çîneke hevkar çêbikin û bi vî awayî tekoşîna azadiya Kurdan lewaz bikin. Hewldanên wan ên bi vî awayî hene. Em naxwazin tu kes bikeve nava van lîstokan. Ji berk u di dîrokê de jî dijmin her tim serhildanên gelê Kurd bi vê rêbazê pelixandine. Niha jî dixwazin vê lîstokê bidin leyîstin. Divê her kes li hemberî vê yekê hişyar bin. Divê mirov bersiva vana nede. Lê dê hinek bêjin qey tiştên dibêjin rast in. Ev yek ne rast e.
Em bi xwe naxwazin bersiva wana bidin. Ew ne muxatabên me ne. PKK dixwaze yekitiya gelê Kurd çêbike û PKK dixwaze, rêxistinên Kurd li ser esasê neteweyî yek bin. PKK ji hizirên cûda re heta dawiyê rêzdar e. Me ev yek di hilbijartina 12’ê Pûşperê de dît. Digotin PKK tehemula nêrînên cûda nake, yên li dijî xwe tehdît dike, ev yek ne rast e derew e. Radibin bi her awayî em sucdar dikin. Dema em bersiv didin, dibêjin PKK’ê em tehdît kirin. Kê te tehdîd kiriye. Evane derew in. Dixwazin li ser vê yekê siyasetê bimeşînin.
Em naxwazin zêde li ser vê yekê biaxivin. Em di demek girîng de ne. Ev de ji bo gelê Kurd pêwîst e. Em li ser vê radiwestin. Em dixwazin bi taybet siyasetmedarên Kurd, rewşembîrên Kurd ên serbixwe heqîqetan baş bişopînin. Derfetên dewletê pir in. Bi dehan rojname û televîzyonên wan hene. Pereyên wan hene. Her tiştan berovajî dikin. Tiştên tune weke heyî nîşan didin. Divê hemû gelê me yê welatparêz yek bin. Evane ne rast dibêjin. Me kengê zext li wan kiriye..."
Karayilan wiha berdewam kir:
Lê em li dijî dijimekê şer dikin û tu radibî diçî li kêleka dijimin cih digirî û her roj wî piştrast dikî. Ev ne rast e. Li Roboskiyê 34 ciwanên me ji aliyê dagirkeriya AKP’ê ve hatin qetilkirin. Tenê ji bo AKP’ê bişûn. Dixwazin tiştên wiha biavêjin stûyê me. Baş e ku balafirên me tune. Ger hebûya bûyera Roboskiyê diavêtin stûyê me. Ji bo vê yekê wijdan û keramet lazim e. Ew bi xwe li ser esas projeya dewletê hatiye. Dibêje PKK projeya dewletê ye. PKK çend sal e li hemberî vê dewletê tekoşîn dike. 30 sal e şerê çekdarî dike. Ev dewlet ji bo PKK’ê tune bike her tiştê xwe daniye holê. Ji bo Serok Apo teslîmê Tirkiyeyê bikin, 34 dewlet ketine dewrê. 13 sal in Serok Apo di bin îşkenceyê de ye. Ji bo wî qanûnên cûda têne derxistin. Dewleta Tirk ji bo tesfiyekirina me hemû derfetên xwe seferber dike. Ev çawa dibe?
EM 300 KES BÛN 10 KES MANE, 3 CARAN BIRÎNDAR BÛM
Divê gelê me û dostên me vê yekê baş bizanin. Dema em derketin Libnanê, gel Filistiyaniyan, hejmara me nêzî 300 kesî bû. Wê demê şert û merc pir zor bûn. pêwîstî bi tekoşînê hebûn. Em vegeriyan welêt. Hevalên me Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay di zîndanê de li ber xwe dan û em jî li çiyê. Niha ji wan 300 hevalan tenê em 10 kes mane. Hin kesên din îxanet kirin, ew tên zanîn. Lê yên din hemû şehîd in. Hemû hevalên me hemû hatin vê qada şer. Serokatî jî di nav de em hemû bi dehan car bi tesaduf rizgar bûn. Mînak ez sê caran birîndar bûm. Ew 10 ên mane jî gelek ji wana birîndar bûn û di şert û mercên zor de derbas bûn.