Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê derbarê çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê de daxuyaniyekê da ANFê û ragihand ku gerîlayan bi ser 10 hedefan de girt.
HPG’ê di daxuyaniya dayî de got; “Di 9’ê Sibatê de ber destê seharê li navçeya Colemergê Çelê li dijî gelek baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hate lidarxistin.”
HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de got; “ Di encama çalakiyên hîn jî berdewam dike de gelek leşkerên dijmin hate kuştin û hin amûrên leşkerî jî hate desteserkirin. Herweha di van çalakiyan de gelek çek û cepxane jî ji aliyê gerîla yê me ve hate rûxandin. Di derbarê vê çalakiyê de di demeke kurt de em ê agahiyan ji raya giştî re eşkere bikin. Di vê çalakiyê de 4 gerîlayên me jî gihîştine şahadetê.”
Li hêla din walîtiya Colamêrgê jî ragihand ku di şerê li Çelê de leşkerekî tirk miriye, 6 leşker birîndar bûne û 1 jê jin 4 şervanên PKKê jî hatine kuştin.