Nivîskar, siyasetmedar û helbestvanê Kurd Kemal Burkay piştî 30 salên jiyana li diyaspora, 30’ê meha Tîrmeha 2011’an vegeriya Tirkiyê. Berî vegerê û piştî vegerê jî çend caran dûbare kir ku di nava siyasetê de cih nagre.
Lê çavkaniyên nûçeyan ên Bakurê Kurdistanê balê dikişînin ser wê yekê ku piştî çend rojên din Kemal Burkay berevajî gotinên xwe dibe Serokê HAK-PAR’ê. Di vê derbarê de Wekîlê Kemal Burkay Qemer Beysulen taybet ji Rûdawê re got: “Mamosta Burkay piştî heftiyekî din biryara dawî dide ku vegere nav siyasetê yan na. Ger siyasetê jî bike, wê di nava rêzên HAK-PAR’ê de bike.”
Di van demên dawiyê de Kemal Burkay li hinek navendên Kurdî û bi taybet jî yên nêzî PKK’ê wekî projeyeke hikûmeta AKP’ê tê tawanbarkirin. Lewra li gor hinek kesên nêzî Burkay, vegera wî ya nava siyasetê ji bo bersivdana wan bangan e.
Li gor çend çavkaniyan Kemal Burkay gotiye: “Ji bo rizgarbûna ji vê yekê du rê li pêşiya min hene, yan damezirandina partiyekî nû yan jî çûna nav HAK-PAR’ê.”
Lê bi baweriya wekîlê Burkay, vegera Burkay a nava siyasetê ti peywendî ligel nakokiyên wî yên ligel PKK’ê ve nîne; “Mamosta Burkay naxwaze êdî temenê xwe di nava siyasetê de xerc bike. Zêdetir dixwaze bi nivîsîn û helbestan ve mijûl bibe. Lê li gor Kemal Burkay, xelkê Kurd ên li bakur baş dibînin ku di nava siyasetê de cih bigre.”
Di vê derbarê de Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel ji Rûdawê re got: “Mamosta Kemal ragihandiye ku ger siyasetê bike, wê di nava HAK-PAR’ê de bike. Lê hê di vî warî de biryara dawî nedaye.”
Bozyel li ser pirsa ger Kemal Burkay bibe Serokê HAK-PAR’ê wê rengvedana li ser peywendiyên ligel BDP û proseya amadekirina destûra nû ya li Tirkiyê çi lê bê? de got: “Kemal Burkay derbarê pirsa Kurd de pir hestyar e. Bi liberçavgirtina wan hemû hestyariyan siyasetê dike û helwestê werdigre."